Tora Sûrî ya Mafên Mirovn, got ku wê herî kêm 193 rewşên girtina kotekî, di nav wan de 13 zarok û 4 jin di heyva çiriya pêşîn ya bûrî de belgeh kirine, û bal kişand ser ku hêzên rijêma Esed di peyketin û armanckirina sivîlan li deverên di bin kontrola xwe de berdewam in.
Û di rapora xwe ya rolane ya derbarê girtina kotekî de, diyar kir ku ji 193 rewşên girtina kotekî di heyama heyva bûrî de, 163 veguherîne rewşa windakirina bi darê zorê, ku 78 ji wan bi destê hêzên rijêma Esed in, 3 zarok û jinek jî di nav wan de hebûn.
Û Tora mafnasî amaje bi wê yekê kir ku milîsên terorîst ên PYD’e, di ber 61 rewşên girtinê de berpisyar bûn, 9 zarok di nav wan de hebûn, her wiha 17 rewşên girtinê li ser destê Heyet Tehrîr Elşam bûn, û 37 dozên girtinê li ser destê aliyên din bûn, 2 zarokek û 3 jin di nav wan de hebûn.
Û raporê bal kişand ser ku ji tevaya biryarên lêborînê, rijêmê tenê 7351 girtiyên kotekî berdane, û hîn nêzîkî 135253 girtî li rex rijêma Esed hene, û bal kişand ser ku biryarên lêborînê yên ji aliyê rijêmê ve hatine derxistin, tenê hejmareke pir sînordar ji girtiyan serbest berdane, lê girtina kotekî rêbazeke berfireh e li bal rijêma Esed.
Û raporê berdewamiya siyaseta milîsên PYDe di girtina kotekî de û windakirina bi zorê tomar kir, herweha Heyet Tehrîr Elşam jî operasyonên xwe yên girtina sivîlan li parêzgeha Idlibê berdewam kirin, di nav wan de çalakvanên medyayî û siyasetmedar hebûn, û piraniya wan li ser derbirîna nerînên xwe yên siyasî û rexnekirina siyaseta Heyet Tehrîr Elşam ya rêvebirina deverên di bin kontrola wê de hatin girtin.
Û rapora mafên mirovan amaje bi wê yekê kir ku li gorî parêzgaran, di heyva çiriya pêşên ya bûrî de, hejmara herî zêde ya girtina kotekî li parêzgeha Helebê bû, piştî wê Dêra Zorê, di pey wê re gundewarê Şamê û Hesekê, paşê Idlib, paşê Reqa û piştî wê Deraa hat.
Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî xwest ku cîbicîkirina biryarên jimare 2042, 2043 û 2139 bişopîne, û raporê cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan û rawestandina dîlgirtina malbat û hevalan wek rehîneyên cengê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî