Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdullah Gado, amaje bi wê yekê kir ku qeyranên Sûriyê di dema desthilata Partiya Be’is de gihiştin asta xwe ya herî bilind, rijêma ku keys ji gelê Sûriyê aniye û desthilat û samanên welat tev xistine destê xwe de, û bi darê zorê gelê Sûriyê ji azadiyê bêpar kiriye, da ku rêya karê siyasî li ber wan bigre.
Û di gotara xwe de ya bi sernavê “Zêdebûna Bandora Hêzên Derve li Ser Qada Sûriyê” Gedo got ku ji dema rijêma Esed bi kotekî desthilat xist destê xwe de, pişta xwe bi hêzên herêmî û navdewletî girêdaye, dijî daxwazên piraniya gelê xwe, û bal kişand ser ku gelê Sûriyê serî hilda da ku Sûriyê ji tevaya welatiyên Sûriyê re vegerîne, û çi destwerdaneke derve di karûbarên wê yên navxweyî de bidawî bike.
Û Gedo anî ziman ku gelê Sûriyê niha bi rêjeyeke bilind, baca zordariya rijêma ku ji destpêkê de xwe spartiye hêzên derve dide.
Û bal kişand ser ku rijêmê hemû kartên ku di 12 salên bûrî de bikar anîn ji dest dan, dema ku tevgera şoreşgerî ya aştiyane berî du heyvan li Siwêdayê dest pê kir, û Sûriyên li deverên curbecur di nav de li beravên Sûriyê jî piştgirî dan wê tevgerê.
Û derbarê armanckirina gorepana Koleja Leşkerî li bajarê Humsê di 5ê çirya pêşîn de, Gado diyar kir ku hemû belge tekez dikin ku rijêm tometbar yekemîn e bi wê teqandin an bombebarankirinê, ji ber ku komkujî giyanê mezhebî di nava cihêrengên civaka Sûriyê de gurtir dike.
Û endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gado di dawiya gotara xwe de, cext kir ku pêwîst e civaka navdewletî biryarên navdewletî yên derbarê doza Sûriyê, bi taybetî biryara 2254 bê derengman cîbicî bike, da ku kuştara Sûriyê rawestîne, û veguhestina siyasî pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî