Yekîneya Hevrêzkariya Piştgriyê li baregaha xwe ya li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê, pêşwaziya şandeke Desteya Danûstandinê ya Sûrî ya ku ji Serokê Desteyê Bedir Camûs û endamên Desteyê Cemal Silêman û Ehmed El’esrawî pêk dihat, kir.
Şande ji aliyê Rêveberê Yekîneya Hevrêziya Piştevaniyê Mihemed Hesno ve hat pêşwazîkirin, û wî şiroveyek berfireh li ser nêrîn, bername, çalakî û beşdariya yekîneyê di piştgirîkirina planên bersivdayina mirovî û geşepêdanê û piştgiriya aramiyê li herêmên rizgarkirî pêşkêş kir.
Û di hevdîtinê de giringî bi pêwîstiya hevrêzkariyê ji bo piştgiriya dosya perwerdeyê, bi astên wê yên berî zanîngehê û yên zanîngehê hat dan, her wiha piştgirîkirina piroseya danûstandinê bi dosyayên teknîkî yên mafnasî di rêya platforma mafên mirovan a Sûrî re, û giringiya xurtkirina vê peywendiyê li gel rêxistinên mafnasî yên Sûrî yên pispor ên ku di vî warî de xwedî xebateke berbiçav in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî