Acansa “UNRWA”ya NetewînYekbûyî ya alîkarî û dabînkirina kar ji penaberên Filestînî re, anî ziman ko kampa Elyermûk li Şamê di bin wêraniyê de maye û avaniyek bi tenê jî ne maye ko wêran nebûye an hinekî neherifiye, ji ber ketiye ber bombebaraneke tund ya hêzên rêjîmê.
Acansê tekez kir ko bombebarana tund ya heyva borî û berî wê jî hişt ko hemû penaberên Filestînî yên ko li wir mabûn birevin.
Ji hêleke din ve koma kar ji bo penaberên Filestîn got ku xelkên ko mane ji niştecihên kampê dikarîbûn kelaxê penaberê Filestînî Yasîn Elmexribî kurê taxa Mexarîbe ji bin wêraniyan derxin, ji ber ku wî ji encama bombebarankirina rêjîmê jiyana xwe ji daest dabû.
Koma kar anî ziman ko encamê qurbaniyên sivîl yên Filestînî yên ko li kampa Elyermûk ji destpêka operasiyona leşkerî ya ko rêjîmê biriye ser herêma başûr li Şamê, hejmara yên jiyana xwe jidest dane gihaye 33 penaberan.
Tîma belgehkirin û çavdêriyê di koma kar ji bo Filestîn de destnîşan kir ko dibe hejmara qurbaniyên sivîl ji wisa bi gelekî bêtir be, ji ber gelek kelax hêj di bin wêraniyê de mane û hêj nehatine derxistin.
Rêjîma Esed heta bi jêrzemîn û penagehan bi mûşekên valahiyê û bermîlên teqîner bombebaran kirine, û di encamê de bi dehan xelk bûne qurbanî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî