Sekreterê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdulletîf, tekez kir ku daxwiyaniyên desthilatên libnanî derbarê dersînorkirina penaberên Sûrî berbi deverên Esed de, cihê şermê ne, û ew lekeyeke reş e, û ne li gorî peywendiyên biratî û dîrokî yên di navbera herdû gelên sûrî û libnanî de ye.
Û Ebdilletîf diyar kir ku penaberên Sûrî li libnanê û dewletên din ên penaberiyê, ji ber tawanên kuştin, serjêkirin, girtin û destdirêjiya sêksî li ser destê hêzên Esed û amûrên wê yên ewlekariyê reviyane, û got ku kiryarên ji aliyê desthilatên libnanî ve di riya neçarkirina penaberan li ser vegera bi awayekî kotekî bo deverên di bin desthilata hêzên hov de têne kirin, ji alîkî de beşdarî ye di tawanê de, û ji aliyekî dî ve binpêkirin e ji yasa û pîvanên navdewletî re.
Û Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku ji Netewên Yekbûyî îro tê xwestin ku parastinê ji van penaberan re peyda bike, û rola xwe ya tam bilîze, û rê nede desthilatên Libnanê ku penaberên Sûrî dersînor bike û wan radestî rijêma Esed bike, ji ber ku ev yek metrsiyê li ser jiyana wan çêdike.
Tê zanîn ku medyaya Libnanê duh sêşemê daxwiyaniyên Serokwezîrê Demkî yê Libnanê Necîb Mîqatî belav kirin, û têde amaje bi wê yekê dike ku ew kar dikin ji bo pêşkêşkirina pêşniyarekê ji Encûmena Wezîran re derbarê vegerandina penaberên Sûrî da ku gotûbêjê li ser wê yekê bikin, û bal kişand ser ku piştî cîbicîkirina biryarê dê sûriyên ku şert û mercên yasayî pêk naynin û yên rewşa wan ne yasayî be wê bêne dersînorkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî