Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, amaje bi wê yekê kir ku tiştê ku milîsên PYDe bi riya kiryarên tirsandinê dike, dema dibistanan vediguherîne baregehên leşkerî, heman rêbaza rêxistina PKKe ya di lîsteya terorê ya Emrîkî û Ewropî de in, PKK ya ku ji destpêka damezrandina xwe ve li ser nezankirina civaka kurdî, û şêwandina hişmendî û dîroka wî kar kiriye, û hebûna kurdan li Sûriyê inkar kiriye, berî ku desthilata xwe bighîne deverên erebî li Sûriyê.
Û Ebdilhekîm Beşar di daxwiyaniyin taybet de, îro pêncşemê, got ku tiştê milîsên PYDe dikin, mîna rêbaza rijêma Esed de, û tekez kir ku rijêmên stemkar û rêxistinên wek karmend dixebitin, bi heman kiryaran radibin, û heman amûran bikar tînin.
Û Beşar bal kişand ser wê yekê ku rawestandina piroseya perwerdekirinê an astengkirina wê li çi deverê ji deverên Sûriyê be, temamkirin e ji kiryarên rijêma Esed e re, ya ku dibistanan bombebaran dike, bi mebesta ku welêt bidehên salan şûnde vegerîne.
Û Beşar tekez kir ku rawestandina pirosesa perwerdekirinê, pêşeroja perwerdeyê û ya nifşên dahatî li Sûriyê dixe bin metirsiyê de, û dît ku rawestandina hînkirinê dikeve xizmeta berjewendiya her aliyekî dixwaze ku demê paşde vegerîne û serdemên nezanî û tariyê dubare bike.
Û Tora Çavdêriya Mafên Mirovan, destdanîna ser 46 dibistanan ji hêla milîsên PYDe ve li gundewarê Dêra Zorê û bikaranîna wan wek baregehên leşkerî ji destpêka pevçûnan di navbera wan û şervanên Êlên erebî di heyva tebaxa bûrî de, belge kiribû.
Û Tora Mafnasî bal kişand ser ku destdanîna ser dibistanan ji hêla milîsên PYDe ve, bû sedema bêparbûna derdora 30 hezar xwendekarî ji perwerdeyê, û bêhtir ji 1000 mamosteyî dûrî karê xwe ket.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî