Sikirtêrê giștî yê NY Antonio Guterres, raportek ji bo konseya ewlekariyê pêșkêş kir û têde cext li ser giringiya bidawîkirina çalakiyên leşkerî yên Hizibulaha Libnanî li Libnan û Sûriyê kir.
Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî ji Hizibulah dixwaze xwe ji Sûriyê vekișîne
Antonio Guterres, got ku Hizibulah rabûye bi binpêkirina biryarên navdewletî û amaje kir ku wê ziyan gihandiye serweriya Libnanê, û pirsgirêkên herêmî derxistine bi destêwerdana di karubarê Sûriyê de li kêleka rijêma Esed bi awayekî rasterast.
Guterres daxwaza standina rêşûnên pêwîst ji hikûmeta Libnanê kir ku nehêle çek bigehin destê Hizbulah û milîşên hevşêweyê wê.
Sikirtêrê giştî yê NY bi tundî rexne li riftarên milîsên Hizbulah li Libnanê wek milîseke çekdar û hevdem wek partiyeke siyasî girtin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji aliyê xwe ve tekez Kiribû ku Hizbulah di rijandina xwîna miletê Sûriyê de beşdar bûye, û daxwaza standina pêgavên jidil ji civaka navdewletî Kiribû ji bo desrxistina wê û milîsên din yên Îranê yên terorîst ji tevaya Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku ev pêgava Sikirtêrê giştî yê NY hat piştî daxwaza Amerîka ji Îranê derbarê vekişandina sercem milîsên xwe yên terorîst ji Sûriyê, û rawestandina piştgiriya Hizibulah û rêxistina Elaq’îdê, tevlî sepandina sizayên aborî yên tund li ser Îranê ji encama kiryarên wê yên li navçeyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat