Netewên Yekgirtî ragehandiye ko kampa Elyermûk li Şamê di bin wêraniyê de maye, piştî çend salan ji dorpêç û operasiyona leşkerî ya dawî ya ko rêjîma Esed li herêmê pêk anî.
Berdevkê acansa Netewên yekgirtî ya alîkarî û dabînkirina kar ji penaberên Filestînî re “UNRWA”ya Netewên Yekbûyî, Kirîs Ganîs, tekez kir ko operasiyona leşkerî ya rêjîmê ya ko heyvekê berdewam kir kamp di bin wêraniyê de hiştiye û çi xanî nemane newêrankirî, heta bi cihê tendiristiya giştî, û gelek ziyan navendên bingehîn bûye.
Li hêleke din jî hêzên rêjîmê operasiyonên talankirin û diziyê jî kirine piştî ko mal bi bombebaranê wêran kirine û xelkên wê neçarî koçberiyê kirine, û çalakvanan wêneyên talankirina malan belav kirine.
Ganîs diyar kir ko yên li kampê mane navbera 100-200 kesan in, yên ko nikarîbûn bireviyana, piştî ko rêjîmê dawîkirina operasiyona xwe ya leşkerî bi peymaneke nefermî digel rêkxistina Daiş da derkevin û sivîlan koçber bikin û komkujiyan derheqê wan de pêk bînin ragihand.
Berdevkê UNRWA daxwaz kir ko alîkarî bigehê kesên mayî, piştî ko rewşa mirovî li wir xerab dît.
Koma kar ya alîkarî û dabînkirina kar ji penaberên Filestînî li kampê anî ziman ko hejmara qurbaniyan gihaye 33 penaberan, Rêjîma Esed heta bi jêrzemîn û penagehan bi mûşekên valahiyê û bermîlên teqîner bombebaran kirine.
Çend nivîskar û hunermend û rewşenbîrên filestînî û Sûrî û yên Ereb bangeke mirovî belav kirine ji bo rizgarkirina kampa Elyermûk ji vê wêraniya rêbazkirî bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê, û dibînin ko “ amanca vê operasiyonê ewe ko mezintirîn dîdevanên koçberkirina 48 tune bikin, wek xizmetekê ji dagîrkerên Israyîlî re”.
Yên daxuyanî imze kirine “hemû hêzên bi rêjîmê re û yên tawankariyên wê li dijî milet dinixumînin û ji nav wan jî tawankariya wêrankirina kampa Elyermûk di bin çi behaneyê de be” pirotesto kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî