Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Daxwiyaniya Dûmahî ya Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Xola 69an de

November 23, 2023
in Daxwiyanî
Reading Time: 7 mins read
A A

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xwe yên xola 69an di 23ê çirîya paşîn de li deverên rizgarkirî li dar xistin, û xola xwe bi rawestana kêliyeke bêdeng û xwendina fatîhayê li ser giyanê qurbaniyên Sûriya û Filestînê sest pê kirin, piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra kurteşiroveyek siyasî pêşkêş kir û kopiyek ji raporên kar ên herdû heyvên bûrî tevî raporên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî danîn ber destê amadebûyan.

Û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariye Piştgiriyê, her wiha raporên Rêvebirî û Ofîs û Nûnergehan berçav kirin, piştre li şiroveya Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî guhdarî kirin, têde behsa pêşhatên siyasî û encamên civînên miştûmir ên ku Desteyê bi şanderên dewletan û berpirsên navdewletî re li dar xistine kir û karê xwe yê ji bo gihandina wêneya rasteqîn ji tiştê ku li Sûriyê çêdibe şirove kir, ku giringtirîn wêne ew bû ku rijêma Esed proseya siyasî red dike û ji destpêka wê ve astengiyan jê re datîne, her wiha neguherîna helwesta navdewletî ya redkirina normalikirina têkliyan û piştgirîkirina biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê piştrast kir.

Û Beşdaran tekezî li ser girîngiya hemû rêşûnên ku di çarçoveya pêkanîna dadmendiyê de di riya gavên ji bo dadpirsîn û sizakirina tewankarên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê bêgunehan kirin û di vê çarçoveyê de rêşûnên dadweriya Fransayê û xebata Hollanda û Kanada li Dadgeha Dadweriya Navdewletî bilind nirxandin.

Û Hevbendiya Niştimanî spasiya rêxistin û Revendên Sûrî yên ku ji dil û can kar ji bo şopandina dosya dadpirsîn û cezakirinê li gelek dezgehên navdewletî dikin kir, û daxwaza hevrêziyê û hewlên zêdetir ji bo encamdana dadmendiyê û sizakirina hemû tawankarên cengê û tawanên li dijî mirovahî kir.

Di warê meydanî de amadeyên civînê li ser ketwarê deverên rizgarkirî û alîkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di baştirkirina xizmetguzariyên giştî de ji xelkê re û giringiya bernameyên wê derbarê ewlehiya xwirekê, berhemanîna enerjiya rojê û nûjenkirina torên ava pak û ava xerckirî û torên elektrîkê axivîn.

Û civîngeran tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya di bihêzkirina desthilata dadweriya serbixwe û pak û temamkirina avakirina Artêşa Niştimanî di hundirê Wezareta Berevaniyê de birêvebirina wê û xurtkirina hêzên polîsên sivîl di hundirê Wezareta Navxwe de kir, û daxwaza pêkanîna ewlehî, aramî û dadweriyê li deverên rizgarkirî û sizakirina kesên tawanan dermafê sivîlan dikin kirin, û avêtina pêngavên vebir bo rawestandina pirbûna aliyên bacê ji xelkê distînin û pêwîstiya nehêlana sepandina çi baceyan ji bilî yên di riya Wezareta Darayî û Aboriyê ya girêdayî Hikûmeta Demkî re bin, û divê sîstema bacê dadane be û dahatên wê ji bo pêşdebirina xizmetguzariyên giştî û pêkanîna geşepêdana domdar bên bikaranîn, her wiha tekezî li ser redkirina sepandina çi bacên bi qebareyên mezin li ser vegera Sûriyan bo welatê wan an jî dema serdana welêt dikin kirin, û ji Desteya Siyasî ya Hevbendiyê xwestin ku vê mijarê di rêya Hikûmeta Demkî re li gel aliyên pêwendîdar bişopîne.

Û cextî li ser pêwîstiya dabînkirina piştevaniya navdewletî bi awayek bêhtir di riya bernameyên Netewên Yekbûyî yên taybet bi başkirina zû re kirin, ji bo pêşketina bakurê Sûriyê di warê aborî û rewşenbîrî de û geşkirina karînên heyî û pêşxistin û çakkirina saziyên xwecihî û pêşvebirina wan.

Û Amadebûyan girîngî dan dosya xwendinê û pêwîstiya başkirina wê ji bo gihiştina pîvanên pêwîst ji bo wergirtina danpêdana bi bawernameyên zanîngehên Sûriyê yên ku ji aliyê zanîngehên bi ser Encûmena Xwendina Bilind a Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve hatine dan.

Û amadebûyan pesnê rijdiya xelkê Siwêdayê û mana wan li ser helwestên niştimanî yên ku daxwazên tevaya gelê Sûriyê ne dan, û berdewamiya xwepêşandanên wan ên aştiyane yên ku daxwaza azadî, rûmet û demokrasiyê dikin, da bighêjin dewleta hevwelatîbûna wekhev, di rêya cîbicîkirina tam û vebir ji biryara Encûmena Ewlekariyê jimar 2254 (2015) re bilind nirxandin.

Û Desteya Giştî cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pir giringiyê dide dosya girtiyan û kesên bi darê zorê hatine wendakirin di civînên xwe yên navdewletî li gel curbecur dewlet û rêxistinan de, di rêya daxwaza fişaran li ser hevalbendên rijêmê bo serbestberdana zêdetir ji 150 hezar girtiyên bi navan belgekirî, yên ku heta niha di girtîgehên rijêmê de ne, ku piraniya wan girtiyên bîr û baweriyê û siyasetmedar û çalakvanên civaka sivîl in.

Û Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya pêkanîna agirbesteke berfireh a ku ewlehiya sivîlan û navendên pijîşkî û giştî garantî bike dike, ji ber ku rijêm û piştgirên wê di armanckirina sivîlan û avahiyên sivîl de li Idlibê ta roja îro berdewam e.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û şanderê wî bo Sûriyê û endamên Encûmena Ewlekariyê dixwaze ku bi erkên xwe rabin û gavên cidî ji bo aktîvkirina piroseya siyasî li Cinêvê derbarê rêyên cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 (2015) bi her çar sepetên wê ve bavêjin.

Û Hevbendî tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya tam ji daxwaza Desteya Danûstandinê a Sûrî re,  ya ji bo lidarxistina civîneke taybet ji hêla Encûmena Ewlekariyê ve dike, ji bo gengeşekirina rêgirî û astengiyên li pêşiya proseya siyasî yên ji aliyê rijêmê ve tên danîn, bi armanca cîbicîkirina biryara Encûmen ya hejmar 2254 (2015), û şopandina rêşûnên pêwîst ji bo rawestandina van siyasetên astengkar, û xwestin ku rûniştin bi amadebûna Desteya Danustandinanê ya Sûrî bê lidarxistin, ji ber ku ew yek ji aliyên Sûrî yên ku proseya danûstandinê bo wan hatiye spartin ji bo cîbicîkirina wê biryarê.

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê yên pispor û dewletên têde endam in, dixwaze ku erk û sozên xwe derbarê mafên penaber, koçber û derbideran pêk bînin, bo parastin û dabînkirina pêdiviyên mirovî, bi taybetî bi hatina zivistanê re, û rawestandina binpêkirin û rêşûnên dermafê wan hatine û hîn tên kirin, bi armanca ajotina wan ber bi vegera kotekî ya ne ewle de.

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza destpêkirina mîkanîzmên kar ji bo pêkanîna dadwerî û dadpirsînê li ser tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê bêgunehên gelê Sûriyê pêk hatine û pêk tên kir, di rêya biryarên sepandî ji aliyê Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî ve û li gor destûrê wê ji bo rawestandina astengkirina destpêkirina van mîkanîzmayan bi rêya Encûmena Ewlekariyê.

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî bi tundtirîn peyv helmeta “Israîlê” ya leşkerî li ser Gazayê şermezar dike, ev êrîş û komkujiyên ku ji aliyê hêzên dagîrker ve li dijî sivîlên bêguneh li Gezayê pêk tên û armanckirina avahiyên bijîşkî û yên sivîl şermezar dike, û  hevxemiya xwe bi gelê Filistînê û pêwîstiya bidawîanîna êş û azarên wan tîne ziman. Û bang li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî dike, ku bi hemû karînên xwe ji bo rawestandina yekser a êrîşan kar bikin û rê bidin derbasbûna ewle û berdewam a alîkariyên mirovî, û Desteya Giştî ya Hevbendiyê piştgiriya xwe ya tam ji destpêşxeriya Erebî bo aştiyê re ya ku ji aliyê Lûtkeya Beyrûtê di sala 2002an de derketibû, tîne ziman.

Û di dawiyê de endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî rêzgirtina xwe ji gelê Sûriyê yê gewre re diyar kirin, li ser pêdarî û semax û rijdiya wî li ser gihiştina armancên pêkanîna daxwaz û hêviyên rewa ta gihiştina dewleta azadî, dadmendî, yasayî û demoqrasiyê, û tekez kirin ku Hevbendiya Niştimanî ji daxwaz û hêviyên gelê Sûrî yên ku wek rênimaya karê wê ye danagere.

Dilovanî ji pakrewanan re,

Azadî bo girtî û windakiriyên kotekî

Serkeftin ji şoreşa sûrî ya gewre re

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

23 çirîya paşîn 2023

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Girûpa Rêxistinên Civaka Sivîl Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiyê di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Girûpa Rêxistinên Civaka Sivîl Rapora Xwe li Pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiyê di Xola 69an de Pêşkêş Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.