Hevrêzkara Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl Nezîhe Akdeniz, rapora karê Girûpê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola 69an de yên ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketine pêşkêş kir.
Û Ekdenîz şiroveyek li ser xebata Girûpa Kar ya ku têde giringî daye danîna planeke kar ya nû û destpêkirina damezrandina torekê û beşdariya di çalakiyan de pêşkêş kir, û li ser plana kar û armanca wê torê û mîkanîzma avakirina wê û nîşankirina xalên hevkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û rêxistinên civaka sivîl de û geşkirina karê sivîl li deverên rizgarkirî bo çakkirina ketwarê Sûriyê axivî.
Û Ekdenîz diyar kir ku Girûpa Kar gelek serdan bo bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê pêk anîn, bi nûnerên 18 rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî re hevdîtin li dar xistin û bi wan re xebatên Torê gotûbêj kirin, di encamê de gihan hejmarek ji pêşniyaran ji bo çalakmana Torê da karibe bi awayekî rasteqîn ji xizmeta sûriyan re sûdmend be.
Û Akdenîz behsa xebat û çalakiyên Girûpê pêk anîne kir, ku beşdarî di çend çalakiyên sivîl û mafnasî de yên ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî ve hatine lidarxistin de kiriye, tê de bêhtir giringî dabûn pêwîstiya karê hevbeş û hevkarî û hevrêziyê ji bo armanca geşepêdana bakurê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî