Şanda Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Hadî Elbehra hevdîtinek li gel xelk û rûspî û komeleyên devera Efrînê li gundewarê Helebê îro pêk anî, û bi hev re rewşa deverê û pêdviyên wê û astengiyên ku rastî jiyana welatiyan tên bi hevkariya li gel Komenbenda Serbixweyên Kurdên Sûrî û Serokê Ewqafê û Karûbarên Olî û Encûmena Efrînê ya xwecihî û hejmarek ji xelk û rûspî û çalakvan û komeleyan gengeşe kirin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Mihemed Elî Îsa, Azad Osman, Mihemed Şêx Reşîd, Behcet Eletasî, Atif Zirêq û Es’ed Elîto pêk hat, her wiha nûnerê Hikûmeta Demkî û Wezîrê Darayî û Aboriyê D. Ebdilhekîm Elmisrî beşdar bû.
Û Serokê Hevbendiya niştimanî şiroveyek berfireh li ser pêşketinên siyasî di dosya Sûrî de pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya Hevbendiyê di kar û bizavên bo veguherîna demoqrasî û veguhestina siyasî li welêt li gorî biryara navdewletî 2254 kir, û bal kişand ser ku xwepêşandanên xelkê Siwêda di demeke pir girîng de hatin, ji ber ku hinek ji dewletan hewl didin ku têkliyan bi rijêma Esed re normal bikin, û daxwazên Siwêda di rûxandina rijêmê û cîbicîkirina biryarên navdewletî de hatin da bînin bîra cîhanê ku gelê Sûriyê hîn li ser daxwaza mafên xwe û bidestxistina azadiya xwe rijd e, da ku welêt ber bi serdemeke nû ve bê veguhestin, ya ku wê cihê desthilata malbata Esed û amûrên wê yên ewlekarî têde tune be.
Û derbarê deverên rizgarkirî, Elbehra tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina kar û hevrêziyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û encûmenên xwecihî de li gorî planên Hikûmeta Demkî di sektorên xizmetkarî, tenduristî, perwerde, aborî û beşên dîtir de bo geşepêdana domdar li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser pêwîstiya garantîkirina ewlehî û aştiya sivîlan û dadpirsîna kesên binpêkirinan dermafê wan pêk tînin û ew binpêker li gorî yasayê û dadweriya pak û dadane û serbixwe bên sizadan, ev yek Hevbendiyê dixe bin barê ku yasayên pêwîst bo xurtkirina desthilata dadweriyê û misogerkirina serbixwebûna wê dabîn bike.
Û Elbehra tekez kir ku pêşindeyên Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî ew in ku ewlehî û dadmendiyê bo welatiyên Sûrî li deverên rizgarkirî garantî bike, ji ber ku dê bêhtir aramiyê li deverê peyda bike, da ku dever bibe cihekî guncav ji veberhênanê re û derfetên kar bo sûriyan bên dîtin, da bighê asta ku bibe çavkaniya jêderan ji Hikûmeta Demkî re, da karibe jêrxaneyê û xizmetguzariyan bo wan deveran çak bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li berçavtirîn astengî û dijwariyên ku rastî rûspî û xelkê deverê tên guhdarî kir û li ser rola berhemînana li deverê ya ku beşdariyê di geşepêdana aboriya xwecihî de dike axivîn û Serokê Hevbendiyê bersiva hejmarek ji pirsên li ser rewşa siyasî ya dosya Sûriyê da.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî amaje bi pêwîstiya zêdekirina hevrêzkariya xebatan di çarçoveya nerîn û planeke yekgirtî de ku xizmeta hemû deverên rizgarkirî bike kir, bi hevkariya li gel Wezaret û Rêveberiyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, û Serokê Hevbendiyê spasiya hemû beşdaran kir û tekezî li ser berdewamiya lidarxistina civînên bi vî rengî ji bo zêdekirina pêwendiyan û rawestana li ser piroseya başkirina ketwarê jiyanê û bilindkirina asta xizmetguzariyê li deverên rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî