Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Necîb Rehmûn, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola asayî ya 69an ya ku li baregeha Hikûmeta Demkî li Gundewarê Helebê li dar ketiye de pêşkêş kir.
Û Rehmûn girîngtirîn çalakî û xebatên ku Ofîsa Hevbendiya Niştimanî têde beşdarî kirbû, yên têkildarî hevdîtinên bi saziyên şoreşger, çalakvanên sivîl, komeleyên ciwanan û yên koçberan re û karê li ser çareserkirina doz û pirsgirêkên wan, her wiha beşdarbûna di mangirtin û xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî rijêma Esed de berçav kirin.
Û Rehmûn behsa serdan û gerên şopandinê bo saziyên cîbicîkar û xizmetguzarî yên li deverên rizgarkirî û guhdarîkirina li rewşa wan û naskirina astengiyên ku rastî wan tên kir.
Rehmûn şiroveyek şiroveyek li ser sardana saziyên perwerdeyê, mîna dibistan û zanîngehan û hevdîtina bi kadroyên dersdanê û yên rêvebir re, bi armanca guhdarkirina li rewşa wan û naskirina derdên wan, da karibin rewşa hînkirinê pêşde bibin, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî