Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civatên xwe yên xola 69an di 23ê çirîya paşîn de li deverên rizgarkirî li dar xistin, û xola xwe bi rawestana kêliyeke bêdeng û xwendina fatîhayê li ser giyanê qurbaniyên Sûriya û Filestînê sest pê kirin, piştre Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra kurteşiroveyek siyasî pêşkêş kir û kopiyek ji raporên kar ên herdû heyvên bûrî tevî raporên Serokatiyê û Cîgiran û Emîndariya Giştî danîn ber destê amadebûyan.
Û Desteya Giştî raporên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariye Piştgiriyê, her wiha raporên Rêvebirî û Ofîs û Nûnergehan berçav kirin, piştre li şiroveya Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî guhdarî kirin, têde behsa pêşhatên siyasî û encamên civînên miştûmir ên ku Desteyê bi şanderên dewletan û berpirsên navdewletî re li dar xistine kir û karê xwe yê ji bo gihandina wêneya rasteqîn ji tiştê ku li Sûriyê çêdibe şirove kir, ku giringtirîn wêne ew bû ku rijêma Esed proseya siyasî red dike û ji destpêka wê ve astengiyan jê re datîne, her wiha neguherîna helwesta navdewletî ya redkirina normalikirina têkliyan û piştgirîkirina biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê piştrast kir.
Û Beşdaran tekezî li ser girîngiya hemû rêşûnên ku di çarçoveya pêkanîna dadmendiyê de di riya gavên ji bo dadpirsîn û sizakirina tewankarên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê bêgunehan kirin û di vê çarçoveyê de rêşûnên dadweriya Fransayê û xebata Hollanda û Kanada li Dadgeha Dadweriya Navdewletî bilind nirxandin.
Û Hevbendiya Niştimanî spasiya rêxistin û Revendên Sûrî yên ku ji dil û can kar ji bo şopandina dosya dadpirsîn û cezakirinê li gelek dezgehên navdewletî dikin kir, û daxwaza hevrêziyê û hewlên zêdetir ji bo encamdana dadmendiyê û sizakirina hemû tawankarên cengê û tawanên li dijî mirovahî kir.
Di warê meydanî de amadeyên civînê li ser ketwarê deverên rizgarkirî û alîkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di baştirkirina xizmetguzariyên giştî de ji xelkê re û giringiya bernameyên wê derbarê ewlehiya xwirekê, berhemanîna enerjiya rojê û nûjenkirina torên ava pak û ava xerckirî û torên elektrîkê axivîn.
Û civîngeran tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya di bihêzkirina desthilata dadweriya serbixwe û pak û temamkirina avakirina Artêşa Niştimanî di hundirê Wezareta Berevaniyê de birêvebirina wê û xurtkirina hêzên polîsên sivîl di hundirê Wezareta Navxwe de kir, û daxwaza pêkanîna ewlehî, aramî û dadweriyê li deverên rizgarkirî û sizakirina kesên tawanan dermafê sivîlan dikin kirin, û avêtina pêngavên vebir bo rawestandina pirbûna aliyên bacê ji xelkê distînin û pêwîstiya nehêlana sepandina çi baceyan ji bilî yên di riya Wezareta Darayî û Aboriyê ya girêdayî Hikûmeta Demkî re bin, û divê sîstema bacê dadane be û dahatên wê ji bo pêşdebirina xizmetguzariyên giştî û pêkanîna geşepêdana domdar bên bikaranîn, her wiha tekezî li ser redkirina sepandina çi bacên bi qebareyên mezin li ser vegera Sûriyan bo welatê wan an jî dema serdana welêt dikin kirin, û ji Desteya Siyasî ya Hevbendiyê xwestin ku vê mijarê di rêya Hikûmeta Demkî re li gel aliyên pêwendîdar bişopîne.
Û cextî li ser pêwîstiya dabînkirina piştevaniya navdewletî bi awayek bêhtir di riya bernameyên Netewên Yekbûyî yên taybet bi başkirina zû re kirin, ji bo pêşketina bakurê Sûriyê di warê aborî û rewşenbîrî de û geşkirina karînên heyî û pêşxistin û çakkirina saziyên xwecihî û pêşvebirina wan.
Û Amadebûyan girîngî dan dosya xwendinê û pêwîstiya başkirina wê ji bo gihiştina pîvanên pêwîst ji bo wergirtina danpêdana bi bawernameyên zanîngehên Sûriyê yên ku ji aliyê zanîngehên bi ser Encûmena Xwendina Bilind a Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve hatine dan.
Û amadebûyan pesnê rijdiya xelkê Siwêdayê û mana wan li ser helwestên niştimanî yên ku daxwazên tevaya gelê Sûriyê ne dan, û berdewamiya xwepêşandanên wan ên aştiyane yên ku daxwaza azadî, rûmet û demokrasiyê dikin, da bighêjin dewleta hevwelatîbûna wekhev, di rêya cîbicîkirina tam û vebir ji biryara Encûmena Ewlekariyê jimar 2254 (2015) re bilind nirxandin.
Û Desteya Giştî cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pir giringiyê dide dosya girtiyan û kesên bi darê zorê hatine wendakirin di civînên xwe yên navdewletî li gel curbecur dewlet û rêxistinan de, di rêya daxwaza fişaran li ser hevalbendên rijêmê bo serbestberdana zêdetir ji 150 hezar girtiyên bi navan belgekirî, yên ku heta niha di girtîgehên rijêmê de ne, ku piraniya wan girtiyên bîr û baweriyê û siyasetmedar û çalakvanên civaka sivîl in.
Û Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pêwîstiya pêkanîna agirbesteke berfireh a ku ewlehiya sivîlan û navendên pijîşkî û giştî garantî bike dike, ji ber ku rijêm û piştgirên wê di armanckirina sivîlan û avahiyên sivîl de li Idlibê ta roja îro berdewam e.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û şanderê wî bo Sûriyê û endamên Encûmena Ewlekariyê dixwaze ku bi erkên xwe rabin û gavên cidî ji bo aktîvkirina piroseya siyasî li Cinêvê derbarê rêyên cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 (2015) bi her çar sepetên wê ve bavêjin.
Û Hevbendî tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya tam ji daxwaza Desteya Danûstandinê a Sûrî re, ya ji bo lidarxistina civîneke taybet ji hêla Encûmena Ewlekariyê ve dike, ji bo gengeşekirina rêgirî û astengiyên li pêşiya proseya siyasî yên ji aliyê rijêmê ve tên danîn, bi armanca cîbicîkirina biryara Encûmen ya hejmar 2254 (2015), û şopandina rêşûnên pêwîst ji bo rawestandina van siyasetên astengkar, û xwestin ku rûniştin bi amadebûna Desteya Danustandinanê ya Sûrî bê lidarxistin, ji ber ku ew yek ji aliyên Sûrî yên ku proseya danûstandinê bo wan hatiye spartin ji bo cîbicîkirina wê biryarê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê yên pispor û dewletên têde endam in, dixwaze ku erk û sozên xwe derbarê mafên penaber, koçber û derbideran pêk bînin, bo parastin û dabînkirina pêdiviyên mirovî, bi taybetî bi hatina zivistanê re, û rawestandina binpêkirin û rêşûnên dermafê wan hatine û hîn tên kirin, bi armanca ajotina wan ber bi vegera kotekî ya ne ewle de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza destpêkirina mîkanîzmên kar ji bo pêkanîna dadwerî û dadpirsînê li ser tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê bêgunehên gelê Sûriyê pêk hatine û pêk tên kir, di rêya biryarên sepandî ji aliyê Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî ve û li gor destûrê wê ji bo rawestandina astengkirina destpêkirina van mîkanîzmayan bi rêya Encûmena Ewlekariyê.
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî bi tundtirîn peyv helmeta “Israîlê” ya leşkerî li ser Gazayê şermezar dike, ev êrîş û komkujiyên ku ji aliyê hêzên dagîrker ve li dijî sivîlên bêguneh li Gezayê pêk tên û armanckirina avahiyên bijîşkî û yên sivîl şermezar dike, û hevxemiya xwe bi gelê Filistînê û pêwîstiya bidawîanîna êş û azarên wan tîne ziman. Û bang li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî dike, ku bi hemû karînên xwe ji bo rawestandina yekser a êrîşan kar bikin û rê bidin derbasbûna ewle û berdewam a alîkariyên mirovî, û Desteya Giştî ya Hevbendiyê piştgiriya xwe ya tam ji destpêşxeriya Erebî bo aştiyê re ya ku ji aliyê Lûtkeya Beyrûtê di sala 2002an de derketibû, tîne ziman.
Û di dawiyê de endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî rêzgirtina xwe ji gelê Sûriyê yê gewre re diyar kirin, li ser pêdarî û semax û rijdiya wî li ser gihiştina armancên pêkanîna daxwaz û hêviyên rewa ta gihiştina dewleta azadî, dadmendî, yasayî û demoqrasiyê, û tekez kirin ku Hevbendiya Niştimanî ji daxwaz û hêviyên gelê Sûrî yên ku wek rênimaya karê wê ye danagere.
Dilovanî ji pakrewanan re,
Azadî bo girtî û windakiriyên kotekî
Serkeftin ji şoreşa sûrî ya gewre re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
23 çirîya paşîn 2023