Bajarokê Zirdina yê gundewarê Idlibê şeva borî li 7’ê cehzeranê ji aliyê firokên Rûsiya rastî êrîşeke esmanî hatibû, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek bi “tawaneke bimebest” da zanîn.
Bergiriya sivîl xuya kir ku dubare heman şûn li bajarokê “Zirdina” ji aliyê firokên Rûsiya hat armanckirin û têde bi kêmayî 45 kes hatin kuştin û tevlî zêdetir ji 100 kesê birîndar û yên winda di bin kavil û wêraniyan de, û tevlî şehîdketin û birîndarbûna hejmarek karmendên bergiriya sivîl dema bi hawarçûn û rizgarkirina birîndaran radibûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di daxuyaniyekê de, Rûsiya bi bombebarankirina nişteciyên navçeyekê bi mebest gunehbar kir, ku ew navçe dikeve di çarçovê rêkeftina “kêmkirina zêdegaviyan” de, û tekez kir ku ev “tawan pir bi kîn û hovane hatiye pêkanîn”.
Hevbendiyê got ku hercar komkujî û tawanên dirinde wijdana cîhanê dihejînin tevlî berdewamiya tawankariyên bê rawestan her ji sala 2011’an ve.
Hevbendiyê daxuyaniya xwe zêdekir û got ku ev “tawana serberedayî dihêle dubare pirsyar bên kirin derbarê rastiya vê civaka navdewletî ya sersar, ku ew tenê li komkujî û tawan û koçberkirin û wêrankirin û binçavkirinê temaşe dike, bê ku bi erkê xwe yên parastina aştî û ewlehiyê rabe”.
Daxuyaniyê cext kir ku hêvî û baweriya xelkê Sûriyê bi civaka navdewletî û dam û dezgehên wê bi carekî bi sedemê xemsarî û bêdengiya wê hatiye têkşikestin, û dubare daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo standina rêşûnên pêwîst bo parastina sivîlan û bidawîkirina tawanan û sizadana tawanbaran û yekalîkirina çareseriyeke siyasî ya dadwer û tekûz.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî