Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bo gelê Sûriyê û cemawerê bajarê Helebê şehîketina fermandarê artêşa azad û şoreşger û qehremanê werzeşvan Ehmed Misto yê berniyas bi navê “Ebû Eslan kurdî” radigehîne, ku tevlî karwanê şehîdan bû piştî terorkirina wî li ser destên çepelên terorîst li gundewarê bajarê Afrînê.
“Ebû Eslan” li destpêka xwepêşandanên li dijî rijêmê tevlî çalakiyên aştiyane bû û li taxên Helebê dest bi çalakiyan kir, û kar di biyzvên werzeşî û mirovî de kir, û yek ji wan şoreşgerên pêşîn bû yê beşdar bû di şerê li dijî rêxistinên terorîst de û bi taybetî li dijî PYDê di rizgarkirina Afrînê de, herwiha kar dikir ji avakirina piran di navbera miletên Sûriyê de û ji bo xilaskirina wan ji zilm û stemê.
Şehîd wê bimîne mînakek rasteqîn ji şoreşgerên Sûrî re, yê bi kar û gotinê nemûneyek wefadar bû ji riha şoreşa Sûriyê re, bi durişma “gelê Sûriyê yek e”,
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji bo malbata şehîdê qareman “Ebû Eslan” û hemû malbatên şehîdên azadîxwazên Sûriyê re dixwaze, û soz dide ku gelê Sûriyê wê ked û xebata qehremanan biparêze û wê berdewam bimîne li ser têkoşîna xwe heta bidestxistina armancên şoreşa rûmet û azadiyê.
Dilovanî ji şehîdan re, saxî ji birîndaran re, û azadî ji dîl û girtiyan re.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
8 cehzeran 2018