Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, şehîketina fermandarê artêşa azad “Ehmed Misto” yê berniyas bi navê “Ebû Eslan kurdî” li ber dergehê mala xwe li gundewarê bajarê Afrînê ragihand.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de got: “em sersaxiyê ji bo malbata şehîdê qehreman “Ebû Eslan” û hemû malbatên şehîdên azadîxwazên Sûriyê re pêşkêş dikin, û soz didin ku gelê Sûriyê wê ked û xebata qehremanan biparêze û wê berdewam bimîne li ser têkoşîna xwe heta bidestxistina armancên şoreşa rûmet û azadiyê.
Hevbendiyê tekez kir ku Şehîd “Ebû Eslan” wê bimîne mînakek rasteqîn ji şoreşgerên Sûrî re, yê bi kar û gotinê nemûneyek wefadar bû ji riya şoreşa Sûriyê re, bi durişma “gelê Sûriyê yek e”.
Û PYDê ji aliyê hin çalakvanan ve bi terorkirina fermandar “Misto” hat tometbar kirin û gotin ku teqe bi guleyan lê li pêşiya mala wî li navçeya Afrînê ji aliyê girûpên ser bi PYDê ve hate kirin, piştî çend gefên bi kuştinê bi sedemê beşdariya wî li kêlek artêşa Tirkiyê li dijî PYDê di oparesyona “Çiqlê Zaytonê” de.
Mihemed Misto “Ebû Eslan” fermandarekî artêşa azad bû li bakurê Sûriyê, û pêştir werzeşkar bû, ji gundê Îmêriyê “Mîrka” ye ku ji aliyê kargêrî ser bi bajarokê “Mabatlê” ve ye.
“Ebû Eslan” li destpêka xwepêşandanên li dijî rijêmê tevlî çalakiyên aştiyane bû û li taxên Helebê dest bi çalakiyan kir, û kar di biyzvên werzeşî û mirovî de kir, û yek ji wan şoreşgerên pêşîn bû yê beşdar bû di şerê li dijî rêxistinên terorîst de û bi taybetî li dijî PYDê di rizgarkirina Afrînê de, herwiha karê ji bo avakirina piran di navbera miletên Sûriyê de û ji bo xilaskirina wan ji zilm û stemê dikir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî