Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, hişyarkirina xwe ji Netewên Yekbûyî û Encumana Ewlekariyê re nû kir, derbarê metirsiyên êrîşên rêjîmê û Rûsiya li ser bajar û bajarokên rizgarkirî li Idlibê, yên di rêkeftina “ Kêmkirina Şer de ne”, û daxwaza tevgereke bilez kir, ji bo rawestandina wan zêdekirina êrîşan û nehêle sivîl bêne armanckirin û hêminî û saxlemiya wan dabîn bibe.
Balafirên Rûsî û yên rêjîmê careke din dest bi bombebarkirina bimebest ji deverên niştecihan û navendên jiyanê re li Idlibê û gundewarê wê kirin, û ew bû sedema şehîdketin û birîndarbûna bidehên kesan roja yekşema bûrî, û ew piştî 2 rojan ji pêkanîna balafirên Rûsî ji komelkujiyekê re li bajarokê “Zirdna” li gundewarê Idlibê bû, ya bêtir ji 40 şehîdî kirin qurbanî.
Û çalakvanan li gundewarê Idlibê, doh yekşemê, şehîdbûna bêtir ji 15 sivîlan û birîndarbûna bi dehan, belge kiribûn, 6 zarok jî di nav wan de hebûn, ji encama bombebarkirina balafirên şer ên Rûsya û rêjîma Esed ji nexweşxaneyeke zarokan re li bajarokê Teftenaz û deverên niştecihan li herdû bajarokên “Biniş” û “ Erîha” .
Nexweşxaneya Teftenaz bi yekcarî piştî vê êrîşê ji kar ketiye, û hin şahidhalan bal kişandibûn ser ku ew bobbebarankirin yekser li dijî wê bû, û di encamê de hejmarek ji şehîd û birîndaran hebûn û zarok jî di nav wan de hebûn.
Û Hevendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de tekezî li ser giringiya pabendiya dewletên mezin û yên dostên gelê Sûriyê bi berpirsiyariyên xwe derbarê tewanên li ser xaka Sûryê dibin kir.
Û daxwaza kar kir ji bo cîbecîkirina biryarên Encumana Ewlekariyê, yên ji bo rawestandina kuştin û tawanan û serbestberdana girtiyan û pêkanîna veguhestineke siyasî ya li gor lêvegera Cinêvê û biryarên Encumana Ewlekariyê ên peywendîdar.
Û Hevbendiyê diyar kir ku hejmarek mezin ji niştecihan li Idlib û gundewarê wê hene, beşek mezin ji wan ji koçberbûyên neçar in, û dît ku armanckirina berdewam ji wan deveranre metirsiya çêbûna bobelateke mirovî ya bêhempa peyda dike.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî