Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs daxwaz kir ko vekolîn di kuştina sivîlên parêzgeha Idlibê de bibe, ya ko Rûsya “komkujiyeke mezin” lê kiriye, li gora salixdana Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya destnîşan kir ko ‘’Rûsya bi mebest wisa kiriye.’’
Gotrîs di daxuyaniya xwe de nîgeraniya xwe bo kuştarê anî ziman û daxwaz kir “ ko lêkolîneke tekûz di wan êrîşan de bibe, û berpirsiyarên ko pêk anîne siza bibin”. û daxwaz ji dabînkarên ko peymana kêmkirina şerî imze kirine kir ku bi pabendiyên xwe re dilsoz bin.
Emîndarê giştî bal kişand ser derdeseriya metirsîdar ya 2.3 milyon kesên parêzgeha Idlibê, ên 60% ji wan koçberên bi kotekî ji derverên din in, û dawî yên ji gundewarê Şamê bûn.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku Rûsya bi mebest niştecihên li herêmên kêmkirina şerî bombebaran dike, û tekez kir ko yê ev komkujî pêk aniye bi kîn ev tawankarekî kiriye.
Hevbendiya niştimanî diyar kir ko nema baweriya miletê Sûrî bi civaka navdewletî tê, bi sedema bêdegî û piştguhkirina wê ya berdewam, û daxwaza rizgarkirina sivîlan û rawestandina tawankariyan kir, û yên pêkanîne siza bibin, û çareseriyeke siyasî dadwer û tekûz bête ferizkirin.
Firokên Rûsî kuştareke mezin roja pêcşemba borî li bajarokekî gundewarê Idlibê, yê di çarçova herêma kêmkirina şer de ye pêk anî, û Hevbendiya niştimanî got ku tiştê bûyî: “Tawankariyeke bi mebest e”.
Her weha berevaniya sivîl tekez kir ko ji encama bombebarana firokên Rûsî li ser bajarokê Zerdena li gundewarê Idlibê, 44 sivîl hatin kuştin, û bêtir ji 100 kesî birîndar bûne, û bal kişand ser ko herêmên niştecihan li bajarok ketin ber bombebaraneke berdewam û di encamê de endamine berevaniya sivîl di dema rizgarkirina xelkê de hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans