Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilmejîd Berekat û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo, li gel Cîgira Şandeyê Yekîtiya Ewropayê bo dosya Sûrî Agne Glifskaite û Şêwirmendê Sîyasî yê Yekîtîya Ewropayê Joris Van civiyan, bi hev re pêşhatên rewşa piroseya siyasî ya astengkirrî, ji ber redkirina rijêma Esed ya berdewam ji tevlîbûna piorseya siyasî re, û çawaniya çakkirina rewşa deverên rizgarkirî û avakirina pirojeyên domdar di rêya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Saziyên wê re gotûbêj kirin.
Û Cîgirê Serok Ebdilmejîd Berekat behsa karê Hevbendiya Niştimanî yê vê dawiyê li deverên rizgarkirî û hevdîtinên ku li gel curbecur pêkhatên civaka Sûrî û rêvebirên saziyên cîbicîkar li dar xistine kir, û ronî da ser pirojeyên ku li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi piştgiriya Sendoqa Qerzdanê bo Nûvakirina Sûriyê hatine vekirin, wek pirojeya kişandina avê û sîstema enerjiya rojê bo elektrîkê.
Û Berekat li ser rola girîng a Yekîtiya Ewropayê di kartêkerkirina piroseya siyasî de û sepandina fişaran ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de her du biryarên 2118 û 2254 axivî, û bal kişand ser ku nebûna vîna navdewletî ew e ya ku derfet daye rijêmê ji bo çareya siyasî asteng bike, û got: “Rijêmê piroseya siyasî xist bin destê xwe de û berê wê da rewşa cemidandinê bi sedema nebûna vîna navdewletî, û ew bi heman awayî serederiyê li gel pirojeya Gav li Hember Gavê dike, tevî ku têbîniyên nerazîbûna Hevbendiyê jî li ser hene, û ev piroje jî bûye dîl û rehîne di destê rijêmê de.
Û li ser yasaya dawîn ya rijêma Esed derbarê dana pereyan berdêla leşkeriya yedek axivî, û tekez kir ku ew jêdereke darayî ya nû ye ji rijêmê re, rijêma ku li ser bikarînana sûriyan û talankirina diravên wan ava bûye.
Ji aliyê xwe ve, Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo, li ser rêyên piştgirî û bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî di warê cîbicêkirina pirojeyên domdartir ên ku alîkariyê di başkirina rewşa debara jiyanê de li deverên rizgarkirî bikin, di heman dema karên Hikûmeta Demkî ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê de axivî.
Û Istêfo tekez kir ku piştgiriya aramiyê li deverên rizgarkirî û afrandina derfetên kar bo ciwanan dê bi awayekî mezin alîkariyê di piştgirya nişteciyan de û mana wan di malên wan de û li ser xaka xwe li şûna penexwaziyê ji dewletên Yekêtiya Ewropayê bike.
Û Iskêfo bal kişand ser ku normalkirina têkliylên erebî ti encamên nû bi xwe re nanîn, ji ber serhişkiya rijêmê û redkirina wê ji diyalogê re di doseyên penaber û girtiyan de, û daxwaza pêwîstiya miştûmirkirina bizavên Ewropayê derbarê dosyaya sizayên li ser rijêmê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî