Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku pesendkirina yasaya “Encûmena Gel” ya rijêma Esed rê dide rêvebirin û veberhênana malûmilkên veguhêz û neveguhêz ên ku li gorî biryara dadgehê ya dawîn hatine desteserkirin, her wiha yasayên din ên berê derketine ku armanca sereke jê ew e dest deynin ser malûmilkên beşekî berfireh ji gelê Sûriyê û wan ji tevaya mafên wan bêpar bikin, nemaze kesên bi kotekî hatine koçberkirin çi yên li hundir an yên li dervî Sûriyê bin, da ku di pêşerojê de rê li pêşiya vegera wan bo welêt bigirin, ji ber ku rijêm bi dijberên xwe û yên li derveyî deverên di bin kontirola xwe de an li derveyî welêt re wek ku tawankar bin dide û distîne, di riya biryardana yasayên ku di siberojê de li gor wan hukum dermafê xelkê derdikevin û di riya wan re mafên wan binpê dibin.
Biryardana van rêzik û yasayan piştgiriyê dide hewldanên rijêmê ji bo derxistina astengiyên zêdetir li pêşiya gelê Sûriyê yê koçberkirî, û ev wek beşekî ji rêbaza tawankarî ye ya ku pê serederiyê bi gelê Sûriyê re dike, ji dema şoreşa wî di sala 2011an de dest pê kiriye û daxwaza azadî û rûmet û guhertinê kiriye, rijêm dezgeh û saziyên dewletê tevî desthilatên dadwerî û yasadanînê yên ku wan kontrol dike û wek amûr û çek di cenga xwe ya li dijî gelê Sûriyê de bi kar tîne.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide debarê rêzik û yasayên ku rijêma Esed di vê çarçoveyê de kirine biryar, Ji ber ku ew binpêkirin e ji mafên mirovan û mafên xwedîtiya malûmilkên taybet re, nemaze yên ku bi awayekî rasterast bandorê li derbider û penaberên ku rijêmê ew tuhmetbar kirine û biryarên dadgehan ji sala 2011an ve dijî wan derxistine, ji ber helwestên wan ên siyasî yên li dijî wê.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku bandora van rêzik û yasayan dibe sedema berdewamî û aloztirkirina rewşê ku êdî penaber nema karibin vegerin, û rê li pêşiya hemû destpêşxeriyan bigire tevî yên dewletên herêmê jî yên ku giringiyê didin mafê penaber û derbideran di vegera bo cihên xwe yên resen de.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û rêxistinên ser bi wê ve û dewletên bibandor di dosyaya Sûriyê de dixwaze ku fişarê li rijêma Esed bikin, da ku hemû kiryarên ku hin ji wan dighêjin asta binpêkirina mafên mirovan dermafê gelê Sûriyê rawestîne, ji ber ku hîn bêhtir astengiyan datînin pêşiya çi pêşketinekê di piroseya siyasî ya sûrî de, di rêya cîbicîkirina tam û vebir ji biryara Encumena Ewlekariyê 2254(2025) û Hevbendî daxwaza standina tedbîrên zêde ji bo dadpirsîn û sizakirina rijêma Esed û hemû kesên ku piştgiriya wê di pêkanîna tawanên dijî mirovatiyê de dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
07 kanûna pêşîn 2023