Hevrêzkarê Girûpa Karê Cizîrê û Ferêt Ebdilbasit Ebdilletîf, rapora karê Girûpê li pêşiya Desteya Siyasî di civata wê ya dawîn de pêşkêş kir, tê de behsa rewşa meydanî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê kir.
Û Ebdilletîf bal kişand ser pirsgirêkên ku dever di warê perwerdeyê de tûşî wan dibe ji ber nebûna mamosteyên pispor û kêmbûna dibistanan û bihabûna nirxê alavên perwerdeyê di dema rewşa aborî ya dijwar de, ya ku dever têde dijî.
Û Ebdilletîf behsa êrîşên berdewam ên milîsên Îranî û binpêkirinên milîsên PYDe yên terorîst li rojhilatê Ferat kir, diyar kir ku milîsên PYDe bi binpêkirinin nû pêk anîne û tawanên kuştinê dermafê hejmarek ji sivîlan li bajarokê (Elkesra) kirine, ya bû sedem ku Êlên ereb serîhildana giştî ragihînin û derkevin xwepêşandanan, her wiha ragihandina mangirtina giştî li bajarê Minbijê, ji ber helmetên girtinê yên ku milîsên PYDe bi armanca leşkeriya neçar pê radibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî