Hevrêzkarê Girûpa Têkiliyên Olî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Mihemed Ferûq Teyfûr, rapora karê Girûpê ji desteya siyasî re pêşkêş kir, û kar û çalakiyên ku di heyama bûrî de endamên girûpê tê de beşdar bûn nemaze civîna Komeleya Giştî ya Encûmena Îslamî ya Sûrî berçav kirin.
Û raporê bal kişand ser hilbijartina endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Ebû Elxêr Şukrî wek endam di Desteya Emîndarên Encûmena Îslamî ya Sûrî ya ya ku civîna wê ya giştî di 25/26 meha bûrî de li bajarê Gazîentabê yê Tirkiyê hatibû lidarxistin.
Û Raporê behsa çalakiyên ku Girûp li deverên rizgarkirî pê rabûye kir, û cextî li ser giringiya başkirina ketwarê deverên rizgarkirî di hemû aliyan de kir, ji bo berfirehkirina xeleka peywendiyan bi hemû beşên civaka Sûriyê re, tevî zanayên olî wek pêşengên civakê.
Û Raporê behsa karê Enstîtuya Îmam Elnewawî bo Zanistên Şerî’etê û Zimanê Erebî li bajarê Ezazê kir, ya bi serokatiya Mamoste Mihemed Malik Elxetîb û hejmarek ji mamosta û pisporan tê birêvebirin û xizmeta perwerdeyê dide zêdetir ji 2500 xwendekarî, nemaze di astên navencî û duwenavencî de, ku piraniya wan xwendekaran bi darê zorê ji deverên xwe yên resen ên niha di bin kontrola rijêma Esed de ne hatine koçberkirin û niha li deverên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî