Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh, Pêncşemê, civîna xwe ya asayî li dar xist, û encamên civînên dawî li gel çalakvanên Sûrî li deverên rizgarkirî berçav kirin, û li raporên Girûpên Kar ên Hevbendiyê guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra rûniştin bi şiroveyeke berfireh dest pê kir, têde behsa hejmarek ji xalan kir, ya herî giring şopandina encamên civînên dawî yên li bakurê Sûriyê û civîna bi yaneya Karsazan re ji bo naskirina projeyên wan ên paşerojê li bakurê rizgarkirî, her wiha amadekariyên ji bo beşdariya di yaneya Dewhayê de.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs şiroveyek li ser encamdana civînên ku Desteyê li Birûksel û Cinêvê li dar xistine pêşkêş kir, û di civînên ku nûnerên dewletên rojavayî amade bûn de, tekezî li ser girîngiya vejandina proseya siyasî li gorî biryara 2254 û pêwîstiya lidarxistina civîneke Encûmena Ewlekariyê di dema berdewamiya reva rijêma Esed ji cîbicîkirina biryarên navdewletî kir.
Û Desteya Siyasî daxiyaniya dawî ya konferansa Lûtkeya Dewletên Kendavê gotûbêj kir, û xweşhaliya xwe bi tekezkirina daxwiyaniyê li ser pabendbûna Dewletên Kendavê bi çareseriya siyasî li Sûriyê li ser bingeha biryara navdewletî 2254 û yekîtiya axa Sûriyê û rêzgirtina li Serbixwebûn û serweriya Sûriyê li ser axa wê anî ziman.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilmecîd Berekat behsa çalakiyên heftiya derbasbûyî bi taybetî serperiştî û beşdariya di amadkieina Qehremaniya Şehîdên Gezayê ya fotbolê kir, û li ser xurtkirina peywendiyan di navbera Desteya Werziş û Ciwanan û Encûmena Xwecihî ya bajarê Babê de, û pêşxistina mîkanîzmayên hevkarî û hevrêziyê di navbera Desteyê û sendîkayên civaka sivîl de axivî, her wiha behsa encamên civînan li gel şanda Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê kir.
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa kurtegotinek pêşkêş kir û têde bal kişand ser beşdarbûna xwe di komcivîna rêxistina mafnasî ya bi navê (Bê Bend), ya ku bi awayekî sereke li bakurê Sûriyê ji bo piştgirîkirina jinên ji zindanê rizgar bûne, her wiha bilindkirina asta hişyariyê derbarê binçavkirin û tundiya li dijî Jinan kar dike, û li ser giringiya beşdariya jinan di karûbarên giştî de ji bo piştgirîkirina daxwazên jinan û pêşdebirina berve siyasetên ku tundiya dijî jinan û girtina wan qedexe dikin axivî, û behsa hevdîtina bi Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê re kir.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar li ser semînarên ku vê dawiyê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê li dar xistine û serdanên ku bo kampên penaberên Sûrî yên li herêmê û hevdîtinên xwe li gel niştecihên wan kampan û rawestana li ser giringtirîn pêdviyên ku derdeseriya dabînkirina wan dikşînin axivî.
Ji aliyê xwe ve, Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf li ser binpêkirinên milîsên PYDe yên terorîst û kuştina hejmarek ji sivîlan û ragihandina eşîran ji seferberiya giştî re û mangirtina giştî li bajarê Minbicê ji ber helmetên girtinê yên ku ew milîs bo leşkeriya neçar pê radibin axiv.
Her weha Girûpa Kar ya Cezîrê û Ferêt, Girûpa Têkiliyên Olî, Girûpa Kar ya Penaber û Koçberan, Girûpa Hêz û Çalakiyên Civakî û Girşûpa Karê Revendan, raporên xwe yên li ser xebatên xwe di dema bûrî de bi hûrgilî li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî