Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Şoreşgerên Helebê kir, têde pîrozbahî li Serokê Encûmen Omer Daûd û emîndar û endamên nû yên ku di civîna Yekîtiyê ya dehemîn de duh roja înê hatine hilbijartin kir.
Û Elbehra di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji Yekîtiya Şoreşgerên Helebê re di karê wê de û beşdariya wê di pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê de anî ziman.
Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku berpirsiyariya hevpar li ser her kesî ferz dike ku bi gelek kar û erkan rabin, yên cîbicîkirina wan hewcedarî hevkarî û xebata hevbeş e, û got ku bar û pêdawîstî her ku diçe zêde dibin û hewcedarî bi xebatênê hevrêzkirî di navbera hemû aliyan de ji bo xizmeta berjewendiyên niştimanî yên gel û welatê me heye.
Û Yekîtiya Şoreşgerên Helebê di civîna xwe ya dehemîn de, Desteya Emîndaran a nû hilbijart û Omer Dawûd wek serokê encûmen, Mihemed Hesûn wek Cîgirê Serok, Hîşam Iskîf wek berpirsê ofîsa siyasî, Mihemed Zelxa wek berpirsê komîteya rewşenbîrî û Fîras Elselcî jî wek berpirsê Komîteya Sendîkayan hatin hilbijartin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî