Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê ji derketina qeyraneke nêzîk li nav beşekî berfireh ji Sûriyan dide, bi taybetî li nav koçber û derbideran, piştî kêmkirina berdewam ji alîkariyên mirovî yên Netewên Yekbûyî re, û ragihandina pirograma xwarinê ya cîhanî (WFP) ku dê pêşkêşkirina alîkariyên xwarinê yên hejmarek ji bernameyên bingehîn li seranserî Sûriyê di heyva kanûna paşîn a bê de bidawî bibe, ji ber kêmbûna perepêdanê. Û Hevbendî tekeziyê li ser pêwîstiya dîtina mîkanîzmeke navdewletî ya nû dike, ji bo çareserkirina rewşa mirovî ya têkçûyî ya ku Sûrî têde dijîn, nemaze ên di kampên derbiderî û penaberan de, bê ku cudahî hebe û dûrî çi bikaranîna siyasî, û bi awayekî misoger bibe ku alîkarî bighêjin tevaya sûriyên hewcedar.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî spasiya welatên alîkar dike, tekez dike ku pêwîst e ew erkên xwe li hember Sûriyan bi cih bînin û alîkariyên mirovî yên zêdetir pêşkêş bikin, ji bo dabînkirina hewcedariyên ku bi hatina zivistanê re zêdetir dibin, û malbat nema karin li hember pêlên sermayê û encamên erdheja 6ê sibatê ya ku bandora wê hê jî li ser gelê Sûriyê heye li ber xwe bidin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku dergehê derketina ji qeyranên mirovî yên li pey hev ên ku rijêma Esed ji Sûriyê re diafirîne ew e ku veguhêzeke siyasî pêk were û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013) bi temamî cîbicî bibin, bi awayekî ku alîkar be di bidestxistina çareseriyeke domdar ji kirîza mirovî re, û hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne û wê berve qonaxeke piştî Esed veguhêze, û giheştina dewleta azad, demokrat, piralî û jiyaneke bi rûmrt.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 kanûna pêşîn 2023