Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Yasir Elferhan, tekez kir ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber pêkanîna bi hezarên tawankariyan de li dijî sivîlan, ji girtin û revandin û êşkencedana heta mirinê.
Ev gotin di beşdarbûna Ferhan de di rûniştina taybet bi girtina nerewa û veşartina bi zorê, ya li Cinêvê li Siwêsra hat. Ku Encumana Mafê Mirovan ew rûniştin li kêleke civîna xwe ya 38emîn rêxistin kiribû.
Elferhan yê ko serpereştiya desteya niştimanî ya girtî û kesên windayî dike, ya ko Hevbendiya Niştimanî vê dawiyê ew damezirandiye, tê de got ku operasiyonên êşkencedanê di zindanên rêjîma Esed de rêbazlkirî ne, û bûne sedema ku bi dehhezaran kes ji hevrikiya Sûriyê jiyana xwe jidest dane.
Û diyar kir ko rêjîmê pabendî bi biryarên navdewletî nekiriye, û nejî bi rêkeftinên nehêlana êşkencedana girtiyan. Û berdewam kir û got: “ev tev de çêdibe tev li derçûna biryarên Encûmena Ewlehiyê yên pirotestokirina bi xurtî ji girtina sivîlan a kotekî û opersiyonên êşkencedanê re, û kuştina di zindanan de û veşartina bi zorê, û daxwaxz dikin ko ev kirde yekser rawestin û hemû kesên girtî bên berdan.
Elferhan diyar kir ko damezirandina desteya niştimanî ya girtiyan û kesên revandî, tê bi amanca alîkariya rêkxistinên navdewletî yên serbixwe, bo pêkanîna vekolînê di pêrabûnên berdest û piraktîk de li ser xakê û encamdana berdana girtiyan.
Û berdewam kir û got: ‘’babetê girtiyan bi tekûzî bingehîn e, û em napejirînin ko bibe kaxezek bo danûstandinê. Divê em vê kêşeyê jibîr nekin, û nehêlin bê dûrxistin bo piştî çareseriya siyasî.‘’ û got: giring e dosya sizakirinê aktîv bibe, û bi aloziyên çareseriya siyasî ve neyê girêdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî