Pênc nexweşxaneyên parêzgeha Der’a jikar derketin bi sedema oparesyona leşkerî ya hêzên rijêmê û êrîşên esmanî yên firokên wê û Rûsiya ji çend rojan ve li ser parêzgeha Der’ayê.
Û çalakvanan bal kişandin ku hin nexweşxaneyên navçeyê û navendên zindî yên nû rastî bombebaranê hatin, ku ji aliyê kargêriya nexweşxana bajarokê “Seyda” ya li gundewarê Der’a jikarketina nexweşxaneyê bi carekî û “heta demkî nediyar” hat ragihandin, bi sedema êrîşên dijwar yên li ser navçeyê û metirsiya bombebarana li ser navçeyê ji aliyê hêzên rijêmê û hevalbendên wê ve.
Herwiha nexweşxana meydanî ya bajarokê “Elmisêfera” bi sedema êrîşeke firokên şer jikar ket, û goman tê kirin ku ew firok yên Rûsiya bin, û nexweşxaneyên Elherak û Besr Elherîr û Elcêzê bi sedema êrîş û bombebaranê jikar ketin.
Û du navendên bergiriya sivîl li herdu bajarokên “Elmisêfra” û “Newa” bi sedema êrîşên dijwar yên firokên rijêma Esed jikar ketin.
Desteya danustandinên Sûriyê ji aliyê xwe ve, ji bo gengeşekirina tawanên rijêmê û hevalbendên wê yên li ser Der’ayê, daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji konseya ewlekariyê kir, û daxwaza “rawestandina kiryarên leşkerî bi awayekî bilez kir, û li wan bête nerîn wek binpêkirinekê ji biryarên navdewletî re”.
Tê zanîn ku rijêma Esed ji çend rojan ve dest bi oparesyoneke leşkerî ya berfireh li ser gundewarê rojhilatê Der’a û rojavayê Siwêda kiriye, hevdem ligel êrîşên bi firok û topxane û mûşekan, û wek serjimêriyeke destpêkê; ev oparesyon bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehên sivîlan tevlî jin û zarokan, û çêbûna wêrankariyên berfireh û koçberkirina bi dehhezarên sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat