Rêkxistineke mafnasiyê tawankariyên rêjîma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê yên nîveka pêşî ji sala 2018ê belgeh kirine, ku di vê demî de nekêmî 186 komkujiyan pêk hatine û bûne sedema kuştina bi hezaran sivîl, kadirên bijîşkî jî di nav wan de hebûn, û 165 caran êrîş li ser navêndên zindîdar hatine kirin.
Toreya mafnasiyê di raporteke xwe de got ko hêzên rêjîmê 122 komkujî û Rûsya 24 pêk anîne, bêtir got ko hevpeymana navdewletî 15 û milîtanên PYD sê û hin aliyên din 22 komkujî pêk anîne.
Û got ku ew komkujî bûne sedema kuştina 2257 sivîlan, 660 zarok û 479 jin di nav wan de hene.
Her weha toreyê kuştina 86 kadirên bijîşkî û xwebexşên berevaniya sivîl û rêkxistina heyva sor ji destpêka sala 2018ê ve û heta destpêka tîrmehê belgeh kirine, û bal kişand ser ko hêzên rêjîmê berpirsiyarên kuştina 51 kesan in, jinek karmend di biwara bijîşkî û mirovî de di nav wan de heye, û Rûsya 13 kes kuştine, du jin di nav wan de hene, her weha bijîşkek û bijîşkeke jin bi destê rêkxistina Daiş hatine kuştin.
Raportê bêtir got ko Rêveberiya Xweser xwebexişekî berevaniya sivîl û yekî dermansaz kuştine, û çar karmendên biwara bijîşkî bi bombebarana hevpeymana navdewletî hatine kuştin, û 14 kes, du jin di nav wan de hene, bi destê aliyên nediyar hatine kuştin.
Toreyê di raporta xwe de 165 zêdegavî dijî navendên zindîdar li Sûriyê belgeh kirine, di pey re Rûsya tê, bi 51 binpkirinan, di pey re milîtanên PYD û hevpeymana navdewletî bi 2 binpêkirinan, û li gora raportê 19 zêdegavî ji aliyê kesin nediyar pêk hatine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî