Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Girûpa Kar a Partî û Şepêlan li bajarê Elra’î yê gundewarê Helebê civînek bi “Hereket Elnehda Welrefah” re li dar xist

February 10, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Girûpa Kar a Partî û Şepêlan li bajarê Elra’î yê gundewarê Helebê civînek bi “Hereket Elnehda Welrefah” re li dar xist

Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Sûriyê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li baregeha hikûmeta demkî ya Sûriyê li bajarê Elra’î li gundewarê Helebê, civînek ligel Hereket Elnehda Welrefah ya Sûrî lidar xist, wek beşekî ji plana Girûpê ya pêkanîna hevdîtinan û bihêzkirina peywendiyan ligel partî, kombend û tevgerên siyasî yên Sûriyê ên ku nêrîn û armancên wan ên giştî hevbeş in li gel ên Hevbendiya Niştimanî.

Di civînê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hevrêzkarê Girûpê Mihemed Elî Îsa û endamên girûpê Ebdullah Gedo û Mihemed Farûq Teyfûr amade bûn.

Ji aliyê Hereket Elnehda Welrefah jî Mazin Ebdulrezaq, Mihemed Zekûr, Ehmed El-Elî û Ebdulkerîm Cum’a beşdar bûn.

Amadebûyan tekez kirin ku armanca bingehîn a alî û pêkhateyên civaka Sûriyê, hevpariya niştimanî ye, ji ber ku armancên bingehîn ên hemûyan yekîtî û yekparçebûna herêmên Sûriyê û pabendbûna bi viyana gel e.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya van civînan ji bo avakirina hevkarî û hevbendiyan di navbera partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê de, û destnîşankirina xalên hevbeş di navbera wan de, ji bo gihiştina rewşa hevtemamkirinê di navbera hemû pêkhateyên siyasî de, û gotin ku avakirina Kombenda Partiyên Siyasî yên herêmên rizgarkirî ên ku ji 7 partiyan pêk tên, pêngavek li ser riya rast e.

Di gotûbêjan de hat tekezkirin li ser ku her pirojeya niştimanî ya aliyan bighîne hev û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, hêjayî piştgiriyê ye, ji ber ku xala hevbeş di nav hemûyan de berjewendiya gel û xebata siyasî li dijî rêjîma Esed e.

Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya rawestandina kêmbûna guhdana navdewletî bi dosyeya Sûriyê û karkirina li ser zêdekirina wê guhdanê kirin, û gotin ku ev yek bi riya bidestxistina piştgiriya gel re peyda dibe, bi rêka rêveberiyeke şareza, pêşxistina herêmên rizgarkirî, başkirina rewşa jiyanê, peydakirina derfetên kar û jîngehek ewledar û aram a ku habdanê li ser veberhênanê bike, herweha zêdekirina hevgirtina di navbera pêkhateyên siyasî yên Sûryê bi aliyên wê yên cuda ve.

Amadebûyan pêşniyara lidarxistina civîneke berfireh kir ku Hevbendiya Niştimanî û aliyên curbicur ên Sûriyê tê de beşdar bibin, da ku bibe platformek an çarçoveyek ji bo partiyên niştimanî yên Sûriyê, û nêrînek berfireh ji pêvajoya siyasî û paşeroja gelê Sûriyê re pêşkêş bike, di çarçoveya “Sûriya piralî û demokratîk” de.

Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Tags: Hereket Elnehda WelrefahŞepêl û Partiyên Sûriyê
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Polîsên Leşkerî yên Efrînê dest danîn ser barekî madeyên hişber ku ji herêmên Esed bi qaçaxî dihatin

Polîsên Leşkerî yên Efrînê dest danîn ser barekî madeyên hişber ku ji herêmên Esed bi qaçaxî dihatin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.