Navenda ragehandinê ya Encûmena Niştimanî Kurdî anî ziman ko girûpeke çekdar a bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, girt ser mala Şoreş Mirad, endamê Encûmena şaxê Partiya Dîmuqratî Kurdistanî-Sûriya li bajarê Qamişlo, û li pêş malbata wî ew girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Tê zanîn ko çekdarên PYD duhî sêşembê serpereştê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Dîmuqratî Kurdistanî, Deham Mihemed Osman, li gundewarê Dêrikê girtin, û ew ber bi aliyekî nediyar ve birin.
Encûmena Niştimanî Kurdî partiya (PYD) bi serkutkirina partiyên encuman û qedexekirina karê siyasî li herêmên kurdî tawanbar dike, û ji demeke dirêj ve hin serpereştên Encûmena Niştimanî kurdî di zindanên wê de girtî ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê