Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, berdewamiya tawanên jenosîdê yên hêzên Israîla dagîrker ên li Filistîna bira, ku bûne sedema şehîdbûna nêzîkî 30 hezar kesî ji heyva cotmeha borî ve, şermezar kir.
Rahma wiha got: “Em êrîşên dawî ên hêzên Îsraîlê yên dijî bajarê Refeh ê sînorî li başûrê Xezayê, bi tundî şermezar dikin, Û tê zanîn ku zêdetir ji milyon û nîvek penaberên ji herêmên din ên Navçeya Xezayê di van demên dawî de ji herêmên gelekî xeternak reviyane û xwe li Refehê girtine, bi sedema bombebaranê û operasyonên leşkerî yên tund.”
Wî her wiha got: ” Israîla Dagirker ferqê naxe navbera sivîl û leşkeran de, û hemû cîhan rojane li tawanên wan ên hovane temaşe dike bêyî ku tiştekî ji bo rawestandina wan bike, û asta hovîtiya wan bilind bûye ji ber sistbûna navdewletî li navçeyê.” Her weha got:” berdewamiya armanckirin û kuştina rojnamevanan bi mebest wê rastiyê neguherîne.” Û hewildana veşartina tawanan bi xwe tawan e, û sivkatî bi yasa, urf û peymanên navdewletî ye.
Emîndarê giştî tekezî li ser pêwîstiya destwerdana Erebî û navdewletî kir ji bo rawestandina êrîşên hovane li ser sivîlan û karkirina ji bo standina tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina van tawanan, û ji welatên zilhêz û rêxistinên navdewletî xwest ku fişaran bikin ji bo rawestandina dijminkariya li ser sivîlên gelê Filistînê yê bira.
Rehmê bal kişand ser wê yekê ku tenê salixdana Yekîtiya Ewropî û şirovekirina tiştên ku li Navçeya Gazayê rû didin nabin fişar li ser Israîla dagirker ji bo rawestandina şer, û wî da zanîn ku ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşan, pêwîstî bi destpêşxeriyên rast û bi bandor heye.
Hêjayî gotinê ye ku berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell li ser berdewamiya tawanên li başûrê Navçeya Gazayê got: Bombebarana Israîlê niha bi tundiyeke ne jirêzê berdewam dike û me berê jî di civînên navdewletî de hişyarî dabû ku divê Îsraîl li başûr jî heman rêbazên ku li bakur bikar tîne bikar neyîne, lê belê bi heman awayî maye, eger ne xerabtir be.” Û hişyarî da û got ku hejmara qurbaniyan mezintir dibe, û mixabinî anî ziman derbarê bikaranîna Amerîka ji vetoyê re li dijî biryara agirbestê li Xezayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî