Emîndarê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Ebdilbassit Ebdulletîf, tekez kir ko berdewamiya destdanîna ser barên madeyên hişbir ên ku rêjîma Esed bazirganiya wan dike li ser sînorên welatên erebî, ronîtirîn belge ye ku proseyên asayîkirina têkiliyan bi rejîmê re pêngavek li ser rêyeke şaş e, û berdewamkirina wan pêngavan dê encamên xirab bi xwe re bîne.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku armanca sereke ya bazirganiya rejînê bi madeyên hişber keysanîna ji welatan bû, her weha ji bo fînansekirina şerê xwînrêj e ku ev zêdetirî 12 salan e tawanan li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, û got ku kargehên ku rejîmê li parêzgehên curbicur ava kirine, ew dê bi demê re welatên herêmê bi madeyên hişbir û hebên Kaptagonê noq bikin.
Ebdulletîf hişyarî da ku xitimîna siyasî ya ku rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser çareseriya Sûriyê ferz dikin, û dirêjbûna kirîzê li ser asta herêmê, çênabe ku çareserî dawî xweteslîmkirina ji rêjîma Esed re be, çi ji ber bazirganiya madeyên hişbir ya ku niha tê kirin an jî ji ber hinartina berdewam a terorê be.
Ebdulletîf tekez kir ku çareseriya tam li Sûriyê bi riya pêşdebirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê ye, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî