Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, bi hejmarek ji sendîkayên ku li herêmên rizgarkirî kar dikin re civînek li dar xist û bi hev re kêşe û zehmetiyên li pêşiya karê sendîkayan gotûbêj kirin.
Kesên bi Serokê Hevbendiya Niştimanî re di civînê amade ji aliyê hevbendiyê ve: cîgirê serok Ebdilmecîd Berekat yê çavdêrê Grûpa Kar a Sendîka û Yekîtî û Komeleyan, û endamên desteya siyasî Behcet El-Etasî û Cîhad Mer’î bûn.
Ji aliyê yekîtiyê ve, hejmarek ji nûnerên sendîkayan amade bûn wek yên endezyaran hemşîreyan, mamosteyan, bijîjkan û akademîsyen, her weha Yekîtiya Xwendevanên Sûriyeya Azad.
Serokê Hevbendiya Niştimanî agahî derbarê karê yekîtiyan di dema borî de wergirtin, û tekez kir ku pêwîst e her yek ji yekîtiyan karên xwe li gorî taybetmendiya xwe bi cih bîne, bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi hêsanî ji xelkê re, û tekezî li ser giringiya zêdekirina hevkariyê di navbera yekîtîyan û Hevbendiya Niştimanî de kir.
Nûnerên yekitiyan li ser karê yekîtiyan ji damezrandina wan de heta dawîn destkeft û karên ku ji aliyê her yekîtiyê ve hatiye kirin axivîn, û amadebûyan li ser giringtirîn pêwîstî û rêyên bihêzkirin û pêşxistina peywendiyan di navbera saziyên cîbicîkar, Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî gotûbêj kirin..
Serokê Hevbendiya Niştimanî, di bersiva pirsiyarên Sendîkaya Akademîsyenên Sûriyê de derbarê danpêdana bi bawernameyên Desteya Xwendina Bilind, diyar kir ku peywendiya bi zanîngeh û wezaretan re têrê nake, lêbelê pîvanên akademî yên cîhanî hene ku divê zanîngeh bidest bixin.
Û bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî li benda bersiva sê zanîngehên Îtalî ye, ku Hevbendiyê bi wan re peywendî kiribû, ji bo rahênankirina xwendekarên zanîngeha Helebê li navçeyên rizgarkirî û derxistina bawernameyên danpêdankirî ji, û got ku pilanek heye ji bo danûstandinê bi zanîngehin din re, û da zanîn ku pêdivî ye ku guhdan bi pisporên bijîjkî û lêkolînên pîşesaziyên xwarinê hebe.
El-Behra bizavên yekitiyan bilind nirxandin û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî destwerdanê di kar û pêkhateyên yekîtiyan de nake, û ew dê piştgiriya karê wan bike da ku bikaribinn nûneratiya kartên xwe bikin. Û tekez kir ku Hevbendî dê kar bike ji bo qebûlkirina nûnerên sendîkayan di nava desteya xwe ya giştî de ji bo zêdekirina hevrêzî û hevkariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî