Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, serdaneke şopandinê bo ofîsa yasayî ya Firqeya 22an a Feyleqa Duyem di Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de kir, û serokê nivîsgehê agahî dan wan derbarê rêveçûna kar û hewlên ku dibin ji bo gihiştina çareseriyên bilez ji giliyên welatiyan ên ku digihêjin wan re, û rawestandina zêdegaviyên takekesî.
Serokê ofîsê, parêzer Mihemed Selama, piştrast kir ku kar niha ji bo çaksazkirinê û serrastkirina awayê kar, û xurtkirina peywendiyan di navbera artêşê û beşên civakê de, û şopandina vegerandina mafan li kesên ziyan dîtine, û sizadana sûcdarên ku binpêkirin pêk anîne li gor yasayê û bi rêya dadweriya sivîl û ya leşkerî.
Û bal kişand ser wê yekê ku ofîs ne alternatîv e ji saziyên dadweriyê re, lêbelê ew alîkar e ji dadweriyên leşkerî û sivîl re di cîbicîkirina biryaran de, û amaje kir ku di hin rewşan de – bi taybetî yên ne têkildarî kêşeyên tawankarî – dozger serî li dadweriyê nade, ji ber rêşûnên wê yên aloz û dirêj, û ji ber vê yekê serî li ofîsê dide, û ofîs hewil dide ku bilez çareseriyên pratîkî bibîne.
Her weha Serokê Hevbendiya Niştimanî û şanda pê re, li fermandarê devera Çiqlê Zeytûnê di Firqeya 22an de ya Feyleqa Duyem lîwa Ferhan El-Yûnis guhdarî kir, ku li ser rewşa ewlehiyê li herêmê û pilanên ko kar li ser tê kirin axivî, di nav de derxistina xalên leşkerî ji nava bajaran bi mebesta pêkanîna ewlehî û aramiyê û kontrolkirina binpêkirinan.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî karê Nivîsgeha Mafan bilind nirxand, û ew wek pêngavek giring li ser riya rast dît, û bal kişand ser giringiya şopandina hemû zêdegavî û binpêkirinan û rêgirtina li dûbarebûna wan, û bihêzkirina serweriya yasayê, desthilata dadwerî û polîsên sivîl û yên leşkerî, bi armanca mukumkirina karînên xwe ji bo rûbirûbûna tawanan û bazirganiya maddeyên hişbir û sizadana tawanbaran di riya yasayê re.
El-Behra bal kişand ser girîngiya xebatên Wezareta Parastinê yên ji bo temamkirina nûavakirina artêşa niştimanî û korsên bilindkirina karînên efseran û karê ji bo vekirina akademiyeke leşkerî da kadroyên xwe di warê mafên mirovan û dîsîplînê de perwerde bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî