Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Pejirandina projeyasaya Kongresa Amerîkayê ya “Dijatiya Asayîkirina Têkiliyan bi Rêjîma Esed re”, H.R. 3202 (2024), gaveke girîng e di çarçeweya standina helwesteke tund de dijî asayîkirina têkiliyan bi rejîma Esed re, ya ku hovanetirîn tawanên şer dijî gelê Sûriyê pêk tîne, û ew yasa dibe handanek ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê.
Siyasetên asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re bandor li rêbaza tawankarî ya rêjîmê nekir, ji ber ku wê binpêkirin û tawanên xwe li dijî Sûriyê berdewam kirin, û gefa xwe ya li ser ewlehî û aramiya navçeyê û ya navdewletî zêde kirin, bi riya piştgirîya terorê û hinardekirina Kaptagonê bo welatên herêmê û cîhanê, her weha di serhişkî û astengkirina proseya siyasî û redkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî de jî berdewam ma.
Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ku proje-yasa di zûtirîn dem de ji aliyê Encumana Nûneran û ya Senatoran ve were pesendkirin û ji aliyê Serokê Amerîkayê ve were îmzakirin, da ku bikeve warê cîbicîkirinê û bi awayekî herî baş bigihîje armanca xwe ya ku tê xwestin.
Hevbendiya Niştimanî bizavên endamên Encûmena Nûneran û ya Senatoran ji bo piştgirtina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina dadperwerî, azadî û demokrasiyê bilind dinirxîne, herwiha spasiya Hevalbendiya Amerîkî bo Sûriyê û endamên revenda Sûrî û saziyan, ên ku beşdarî di xebatên li ser vê projeyê de kirin dike, û tekez dike ku ew pir guhdar bûn ku ew rêşûn bandorê li alîkariyên mirovî, xwarin û dermanan û keresteyên din ên têkildarî jiyana sivîlên Sûriyê nekin, û cext dike ku derxistina biryarê û destpêkirina cîbicîkirina wê di bercewendiya sûriyan de ye û cihê razîbûna wan e, sûriyên li benda bicîanîna dadmendiyê û bicîanîna hêviyên xwe ne.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko pêwîst e rûbirûbûna rêjîma Esed bi hemû rêyên rewa berdewam be, ta ku tawanbar biçin pêşberî dadgehên navdewletî, û biryarên Encûmena Ewlekariyê; Bi taybetî biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015) bi awayekî tam û tund cîbicî bibin, herwiha daxwaza yekrêziya xebata navdewletî di vê çarçovê de dike ji bo mafên qurbaniyên Sûriyê dabîn bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 sibat 2024