Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Qeddah, got ku rêjîma Esed awayê danûstandina xwe ya hovane bi sivîlan re li Sûriyê neguhertiye, û hîn binpêkirinan li parêzgeha Der’a ya başûrê welat li dijî nişteciyan pêk tîne.
Qeddah derbarê topbarankirina hêzên Esed ji bajarokê Mahca li gundewarê Der’ayê re wiha got: “Rêjîma Esed riftarên xwe yên naskirî dijî gelê Sûriyê neguhertine û ew pabendîyê bi ti rêkeftin, nivîs û peymanan nake, û hîn jî heman awayê xwe yê girtin û bombekirinê dijî rikberên xwe yên berê û yên niha bikar tîne.”
Duh, pêncşemê sibehê, hêzên Esed, hewl dan ku êrîşî bajarokê Mahca li gundewarê bakurê Der’ayê bi topxane û tankan bike, ligel gulebarana çekên takekesî ji bo tirsandina sivîlan, bi behaneya “hebûna kesên daxwazkirî”, Û xelkê bajêr û xortên wî rûbirûyê vê hewldanê bûn û nehiştin hêzên Esed bajarok kontrol bikin, ji bo parastina xelkê bajêr ji meremên rêjîma Esed ên girtin û windakirina wan.
Hêzên Rûsî piştgirî dan hêzên Esed di hewldana wan a girtina ser bajarokê Mahca, lê êrîşa wan têkçû, û alozî hîn jî li herêmê heye piştî ku hin ji endamên rêjîma Esed hatin kuştin û birîndarkirin dema ku şêniyên bajêr berevanî di ber devera xwe de dikirin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî