Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh pêncşemê civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, her du cîgirên wî Ebdulmecîd Berekat û Ebdulhekîm Beşar û sekreterê giştî Heysem Rehmê, hejmarek ji şiroveyan li ser kar û çalakiyên ku di hefteya borî de pêk anîne pêşkêş kirin.
El-Behra ronî da ser encamên serdana hevbendiyê bo bakurê Sûriyê yê rizgarkirî û civînên li gel encûmenên xwecihî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl û saziyên çalak ên gel pêk anîne û tekezî li ser pêwîstiya kar ji bo cîbicîkirina daxwaz û pêdiviyên giring ên xelkê kir, her weha li ser pêşdeçûna di xurtkirina desthilata dadwerîyê û pêkanîna ewlehî û aramiyê de ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê.
Her weha nûnerên Hevbendiya Niştimanî yê Misir, Urdun, Qeter û Fransayê û rêvebirên ofîsên Mêrsîn û Gazîentabê, agahî li ser karên xwe yên di heftiya borî de, ên girêdayî peywendiyên dîplomatîk ên fermî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji Sûriyan re li cihên ku lê ne pêşkêş kirin.
Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî û ya Revendan û ya Sendîke û Yekîtîyan, raporên xebata xwe ya rojên derbasbûyî pêşkêş kirin, û Girûpa Kar a Revendan raporek pêşkêş kir, tê de tekezî li ser giringiya kar ji bo zêdekirina peywendiyan bi revenda Sûriyê re li welatên penaberiyê kir.
Endamê Girûpa Kar a Rawêjkarî û Lêkolînên Stratejîk Ehmed Tu’hmê, xwendinek siyasî li ser texmînên vekişîna Amerîka ji Sûriyê û encamên vê vekişînê, eger pêk were, her weha şerê dijî bazirganiya Kaptagonê û jinavbirina madeyên hişbir û bandora wan li ser herêmê, û encamên civîna Koma Xebatê ya Agirbestê ya Navdewletî li Cinêvê pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî