Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Behcet El-Etasî, tekez kir ku teqîna bermahiyên şer û cebilxaneyên rêjîma Esed û milîsên ku pê re hevkariyê dikin, hîn jî jiyana xelkê Sûriyê li navçeyên cuda yên Sûriyê bidawî dikin, lewra divê kampanyek mezin a hişyarkirina xelkê derbarê metirsiya bermahiyên şer çêbibe.
El-Etasî di daxuyaniyeke rojnamevanî de, tekez kir ku di salên borî de, bermahiyên bombebarankirina berdewam ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê ve, bûne sedema kuştina bisedên kesan û birîndarbûna hin kesên din, bi taybetî zarok, û tekez kir ku ev tawaneke cengê ye, tevlî zincîra tawanên hovane yên rejîmê dibe.
El-Etasî ji niştecihên herêmên curbicur ên Sûriyê xwest ku nêzîkî deverên wêranbûyî yên ku hatine bombebarankirin nebin, û nedin ser rêyên li deverên pevçûnan, ji ber ku hêzên rêjîmê bi awayekî bêserûber mayin li wan deveran çandine.
Tora xwecihî ya El-Xabûr îro Duşemê ragihand ku zarokekî 12 salî di encama teqîna mûşekeke leşkerî ya ku piştî şer maye li devera Tuwamîn li başûrê rojhilatê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Di 13ê Sibatê de, mayîneke din a ku li şûna şer mabû, li gundê El-Mughayir li gundewarê rojavayê Hemayê teqiya, û di encamê de kesek hat kuştin. Di 15’ê Sibatê de jî li gundê Kefer Da’il ê gundewarê rojavayê Helebê mayînek teqiya û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê di raporekê de got ku, bi berdewamiya şerê rêjîmê û avêtina hêzên wê û yên Rûsiya bi mebest ji bombeyên goşeyî, çekên şewitandinê, û cebilxaneyên din re, şêniyên Sûriyê di metirsiyeke demdirêj de ne, bi taybetî jiyana nifşên paşerojê, nemaze zarok, ji ber ku ev bermayiyî metirsiyeke mezin in ji jiyana xelkê re.
Tê zanîn ku ji destpêka vê salê ve, tîmên Berevaniya Sivîl a Sûriyê 24 teqînên paşmahiyên şer li bakurê rojavayê Sûriyê bibelge kirine, di nav wan de 17 teqînên paşmahiyên bombebaranên berê, û 7 teqînên mînên bejahî ku bûne sedema mirina 7 kesan, 4 ji wan zarok in, û birîndarbûna 29 kesan 19 jê zarok in, 2 jî jin in.
Jêder: ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî