Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tawanên berdewam ên milîsên PYD yên terorîst li dijî sivîlan li navçeyên di bin kontirola wê de şermezar kirin, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî kir ku vekolîneke zelal û bilez li navçeyên rojhilatê Ferêt vekin, ji bo eşkerekirina van tawanan û hesabpirsîna ji milîsên terorîst ên hîn jî piştgiriya navdewletî werdigirin.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku rêbaza xwîndar a ku milîsên PYDê yên terorîst li navçeyên rojhilatê Ferêt li ser dimeşin, tekez dike ku ew dijminê gelê Sûriyê ye û hevkar e di tawanên ku li dijî gelê Sûriyê ji berî 13 salan de pêk tên.
Berekat tekez kir ku berdewamkirina revandin û leşkerkirina zarokan, û êşkencekirina sivîlan di zindanan de heta mirinê, heman rêbaza ku gelê Sûriyê derdê wê li ser destê rêjîma Esed û rêxistin û milîsên tirorist kişandiye ye.
Daxuyaniya Berekat wek tekeziyê ye li ser raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ku tê de kuştina xortê bi navê Beşar Mihemed El-Selame yê ji bajarê El-Qoriya li rojhilatê Dêra Zorê. zindanên milîsên PYD yên terorîst, piştî bi salan di ser girtina wî re desrbas bûn eşkere kir.
Toreyê di raporta xwe de eşkere kir ku ew xort di sala 2017an de li bajarê Hesekê hatibû girtin, di wê demê de temenê wî 17 sal bû, û malbata wî roja Duşemê 19ê Sibatê bi mirina wî di girtîgehê de, bêyî ku laşê wî werbigirin, hat agahdarkirin.
Toreyê piştrast kir ku zanyarî li rex wê hene, piştrast dikin ku rewşa tenduristî ya El-Selame dema hate girtin baş bû, û texmîna mezin ew e ku mirina wî ji ber îşkencekirin û guhnedana tenduristî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî