Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Munzir Sras, bi tundî topbarana rêjîma Esed a duh Sêşemê êvarî, li ser malên sivîlan li bajarokê Afes, li rojhilatê Idlibê, ku bû sedema mirina jinekê û birîndarbûna xwişka wê û diya wê ya pîr, şermezar kir.
Sras di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku ev bobelat bi dawî nabe eger rêjîma Esed bimîne, û rexne li sistbûna navdewletî ya berdewam di sizadana rêjîma tawankar de, ya ku berdewam e di armanckirina sivîlên bêguneh de kir.
Sras amaje bi wê yekê kir ku qurbaniyên vê bombebaranê hemû jin in, û ev bombebaran bi tu awayî nayê rewakirin, û tekez kir ku pêwîst e karekî navdewletî yê cidî hebe ji bo sizadana rêjîmê di ber vê tawana hovane û hemû tawanên wê li dijî gelê Sûriyê.
Sras daxwaz ji civaka navdewletî kir ku kar bike ji bo piştgirîkirina veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Hêzên Parastina Sivîl wêneyên pîrejina birîndar di nava xwînê de mabû belav kiribû, û diyar kiribû ku 2 birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan aloz e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî