Di salvegera girtina çalakvana Sûrî Leyla El-Şweykanî di girtîgehên rejîmê û mirina wê di bin îşkenceyê de, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ku bi hezaran kes di navendên girtinê yên rijêma Esed de êş û azaran dikşînin, bi sedema nebûna tedbîrên navdewletî yên tên xwestin ji bo rizgarkirina wan.
El-Behra diyar kir ku tevî hebûna bi sedên belgeyên ku hovîtiya tund a rejîma Esed li dijî girtiyên jin û mêr piştrast dikin, hîn jî bi sedên hezaran di girtîgehên ku bi “Qesabxaneyên Mirovan” tên binavkirin de hene, êş û azaran dikişînin, bi sedema nebûna tedbîrên navneteweyî yên tên xwestin ji bo rizgarkirina wan.
Roja duşembê 19ê sibatê, roja salvegera girtina çalakvana Sûrî, endezyar Leyla Şweykanî li ser destê hêzên rêjîmê ye, ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2016an de di bin eşkenceyê de di zindanên rêjîmê de şehîd bibû, û malbata wê agahiya mirina wê piştî du salan wergirtibûn.
Rojnameya New York Times diyar kir ku Buroya Vekolînên Federal a Amerîkayê lêpirsînek vekiriye ji bo sizdana Elî Memlûk û Cemîl El-Hesen, bi tohmeta ku destê wan di girtin û îşkencekirina endazyara sûrî-amerîkî Leyla Şweykanî de heye.
Rojnameyê diyar kir ku Şwêkanî ya 26 salî, bi awayekî hovane îşkence bûye, û ew yek bi mehan di girtîgehên rejîmê de dom kiriye, her weha gefa kuştina endamên malbata wê lê hatiye xwarin û di bin îşkenceyê de neçar maye ku daxwazên wan pêk bîne, û tawanên ku nekirine têxe hustê xwe de.
Rojnameyê got ku rejîmê hukmê bidarvekirinê dijî wê derxist, piştî mehkemeyeke ku tenê çend xulekan dom kir, û ew di dawiya sala 2016an de hat bidarvekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî