Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, derbarê mirina rikberê Rûsî Aleksey Navalnî de got: Rêjîmên dîktator heman rêbazan li hember dijberên xwe bi kar tînin, û texmîna herî mezin ew e ku Navalnî di zindanên Rûsya de miriye, wek çawa bi hezarên girtiyan di zindanên rejîma Esed de mirine.”
Rehmê her wiha got: “Rejîmên têkçûyî rexne, hevbeşî û diyalogê red dikin û xwe li ser bingeha tepeserî, terorîzmê û girtina kesên xwedî bîr û baweriyên siyasî yên ku ji siyasetên wan ên nerewa nerazî ne ava dikin, kes nikare wan wêneyên Qeyser ji bîr bike, yên ji bêtir ji 11,000 girtiyên di bin îşkenceyê de mirin re girtine û eşkere kirine, ew tenê qurbaniyên di yek şaxê ewlekariyê yê rêjîma Esed de li şamê di dema 2 salan de ne.”
Rahmê diyar kir ku binpêkirinên berê yên li dijî Navalnî di girtîgehên Rûsyayê de, sûcdarkirina navneteweyî ji rejîma Pûtîn re ku destê wî di kuştina Navalny de heye, xurtir dike.
Rehmê ji civaka navdewletî xwest ku bikeve tevgerê de ji bo rawestandina binpêkirinên ji aliyê rejîmên dîktator ve li dijî dijberên wan tên kirin, û berpirsyarên van binpêkirinan siza bikin, û daxwaz kir ku vekolîneke zelal derbarê kuştina Navalnî de were vekirin û kesên destê wan di kuştina wî de heye siza bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Navalnî parêzer û çalakvanekî siyasî yê Rûsî ye, ku li Rûsyayê, bi taybetî di medyaya Rûsî de, wek rexnegirê gendeliyê û dijberê Pûtîn navdar bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî