Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Efrînê, yekemîn pêşangeha xwe ya hunerî di bin diruşma “Filistîn di dil de ye” vekir, tê de tabloyên derbarê tawanên dijî gelê Filistînê yên bi destê hêzên Israîla dagîrker pêk tên hatin pêşandan.
Rêkxerên pêşangehê di rêya wêneyan re bal kişandin ser wekheviya rewşa Filistîniyan ya ji ber tawanên Israîla dagîrker, û ya Sûriyan li ser destê rêjîma Esed û hevalbendên wê ji berî 13 salan de.
Rêveberê Perwerdeya Efrînê Mistefa Qeraa, bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka Felestînê di wijdanê tevaya sûrîyan de dijî, û got hejmarek mezin ji xelkê hatin pêşangehê, û ev nîşana girêdana Sûriyan bi birayên xwe yên Filistînî ve û piştgiriya wî ji wan re ye.
Qeraa tekez kir ku gelê Sûriyê li kêleka birayên xwe yên Filistînî radiweste û wiha got: “Em li Bakurê Sûriyê ji birayên xwe yên Filistînî û bi taybetî yên li Xezzeyê re dibêjin: Hûn ne bi tenê ne, em hemû bi we re ne, bi saya Xwedê serkeftin ya we ye.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî