Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, her weha amadekariyên vê dawiyê ji bo lidarxistina civînên xula 70yemîn a Desteya Giştî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, cîgirên wî û Emîndarê Giştî, raportên xwe pêşkêş kirin, tê de behsa karên xwe yên heftiya borî kirin.
Desteya siyasî li nerîn û raporên kar ên nûnerên Hevbendiya Niştimanî li Elmaniya, Firensa, Misir û Qeterê guhdarî kir.
Amadebûyan li xwendina siyasî ya Girûpa Kar a Lêkolînan a li ser dawîn pêşhatên leşkerî û siyasî li herêmê û bandora wan li ser rewşa Sûriyê guhdarî kirin.
Her wiha Fraksyona Leşkerî ya Hevbendiya Niştimanî, helwesta meydanî, gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed ya vê dawiyê li dijî deverê, û serkeftina Artêşa Niştimanî ya Sûrî di têkbirina hewildanên derbasbûnê yên berdewam ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve, nirxandin.
Desteya siyasî raporên Girûpa Karê Yasayî û Mafên Mirovan û ya Cezîrê û Ferat gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî