Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokatiya Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Tirkmenî ya Sûrî behsa pêşdebirina hevkariyê dikin

February 22, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Serokatiya Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Tirkmenî ya Sûrî behsa pêşdebirina hevkariyê dikin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û endamên desteya serokatiyê, pêşwaziya serokê Encûmena Niştimanî ya Tirkmenî ya Sûrî Feysel Cuma û şanda pê re li baregeha Hevbendiyê li Stembolê kir, û pê re giringiya xurtkirina hevkarî, hevrêzî û beşdarbûna kartêker ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo wan serî hildane û qurbanî dane gengeşe kir.

Di civînê de ji aliyê Hevbendiyê ve, cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat, Dîma Mûsa û Ebdilhekîm Beşar û Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê amade bûn, û ji aliyê Encumena Tirkmenî ve, Sekreterê wê yê Giştî Mihemed El-Şemalî û endamê Encumenê Mohammed Xenes, beşdarî di civînê de kirin.

El-Behra tekez kir ku hêza Hevbendiya Niştimanî bi pêkhateyên wê yên cihêreng e, yên ku nûneratiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, hêz, çalakvanî û yekîtiyên sivîl û şoreşger dikin, û tekezî li ser pêwîstiya hevgirtinê û xebata hevbeş kir ji bo bihêzkirina aktîvbûna erênî ya dezgeha Hevbendiya Niştimanî, da bibe nûnerê herî baş ê şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê wê yê ji bo bidestxistina azadî û dad û demokrasîyê qurbaniyên giranbuha dane.

El-Behra girîngtirîn encamên gera şopandinê li deverên rizgarkirî û daxwazên welatiyan ên ku di gera meydanî ya heftiya borî de ligel hejmarek ji endamên desteya serokatiyê û ya siyasî pêk hatibû nirxandin, û tekez kir ku baştirkirina pergala rêvebirinê, piştgirîkirina dahatên wan li deverên rizgarkirî, û baştirkirina xizmetguzariyan li wê deverê îro pêdiviyeke lezgîn e, her weha bihêzkirina desthilata dadweriya destpak û serbixwe, dabînkirina ewlehî û aramiyê, û handana li ser veberhênanê, ku rola hikûmeta demkî ya Sûriyê ya ku kar li ser pêkanîna vê yekê dike li vê derê diyar dibe.

Ji aliyê xwe ve serokê Encûmena Niştimanî ya Tirkmenî Feysel Cuma, tekez kir ku serkeftina Hevbendiya Niştimanî serkeftin e ji hemû dezgehan re, û tekez kir ku armanca Encûmenê yekîtiya Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê wê ji bo azadî dadwerî û demokrasîyê ye, herwiha tekezî li ser pêwîstiya hebûna garantîyên destûrî ji pêkhateya Tirkmenî û pêkhateyên din ên gelê Sûriyê re kir, ji bo avakirina welatekî ku rêzê li wekheviyê digire.

Cuma amaje bi pêwîstiya bihêzkirina Hikûmeta Demkî ya Sûriyê weke desteyeke cîbicîkar a hevbendiyê kir ji bo karibe karê xwe li navçeyên rizgarkirî pêk bîne.

Beşdarên ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, diyar kirin ku Hevbendî şanaziyê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyê dike, û rijd e li ser ku nûnerên hemû aliyên çalak bi awayekî demoqratîk cih bigirin, ji ber ku ev yek dibe alîkar ji bo Hevbendî nûnertiya tevaya Sûriyan bike, lewra daxwazên Hevbendiyê daxwazin rewa ne, û hêvî û daxwazên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de hene, û çênabe werin paşguhkirin .

Her du aliyan tekezî li ser giringiya civînên asayî di navbera hev de kirin, ji bo şêwirdarî û hevrêzkirina helwestên siyasî û planên ji bo kêmkirina azarên welatiyên li navçeyên rizgarkirî û penaber û derbiderên Sûriyê.

Û beşdarên ji aliyê Encumena Tirkmenî ve tekez kirin ku Tirkmenên Sûriyê pêkhateyeke bingehîn a welat e, û serbilind in bi sûrîbûna xwe û li curbicur deverên Sûriyê belav in, û tekezî li ser baweriya xwe bi yekîtiya axa Sûriyê û gelê wê kirin, bi  riya avakirina sîstemeke demokratîk ku garantiya veguhestina desthilatê ya aştiyane û berfirehiya siyasî û maf û azadiya hevwelatiyan têde parastî bin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Encumena Tirkmenan
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî helwesta Almanya ya redkirina dersînorkirina penaberan bilind dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî helwesta Almanya ya redkirina dersînorkirina penaberan bilind dinirxîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.