Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî helwesta Almanya ya redkirina dersînorkirina penaberan bilind dinirxîne

February 22, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî helwesta Almanya ya redkirina dersînorkirina penaberan bilind dinirxîne

Hevrêzkarê Girûpa Kar a Derbider û Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Bekûra, raporta Wezareta Derve ya Almanî ya derbarê metirsiyên dersînorkirin û vegerandinê, ji ber ku garantî tune ne di dema ku rewşa mafên mirovan ya nebaş berdewam e, bilind nirxand.

Bekûra tekez kir ku raporta Wezareta Derve ya Almanya piştrast dike ku jîngeheke ewle û aram ji bo vegara bi dilxwazî û rûmetdar a penaberên Sûriyê, tenê bi dîtina çareseriyeke siyasî li welat pêk tê, bi rêya cîbicîkirina hemû biryarên navdewletî, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, bi hebûna desteyeke rêveberî ya veguhêz a xwedî desthilatên cîbicîkirinê yên tam, û tekez kir ku “ewlehî” ne tenê navekî siyasî ye, lê belê ew agahî û rastiyên ku mirov di jiyana xwe ya rojane de dijî.

Bekûra bal kişand ser ku rapor asta êş û azarên gelê Sûriyê piştî 13 salan nîşan dide, ji ber berdewamiya tawankariyên ku li dijî sivîlan tên kirin, û jiyan li wî welatî bi belavbûna milîsan her weha hilweşîna aborî ya mezin di encama nehiştina çavkaniyên dewletê û xerçkirina wan di şerê rêjîmê yê dijî gel de, nepêkan e.

Bekûra li ser nûçeya rêkeftina vegerandina penaxwazên Sûriyê ji Qibrisê bo Libnanê daxwiyanî da, û raporta Wezareta Derve ya Almanyayê di bîr anî û got: “Çi prosesa vegerandina penaberên Sûriyê yên ku derbasî Qibrisê bûne bo Libnanê, dê jiyana wan bixe metirsiyê û her rêkeftinek li ser vê mijarê çêbibe, çarenûsa van penaberan dixe bin gefê de û qanûnên navneteweyî û yên Ewropayê binpê dike, û vegerandineke bi zorê ye, bêyî ku garantiya parastinê hebe.”

Wezareta Derve ya Almanya di raporta xwe de hişyarî da ji metirsiyên mezin ên dersînorkirin yan jî vegera “bi dilxwazî”a penaberên Sûriyê ji Almanya bo welatê wan, û tekez kir ku rewş hîn ne ewle ye.

Wezaretê diyar kir ku “vegera ewle ya penaberan di dema niha de an texmînkirina wê an jî taqîkirina wê li ser hin mirovan li çi devera Sûriyê nayê garantîkirin.”

Raporê diyar kir ku “rewşeke mirovî, aborî û mafnasî a bobelatî li piraniya deverên Sûriyê heye”, û anî ziman ku “ewlehiya kesane ya kesên vegeriyane di bin gefê de ye, ji ber ku rêjîm gelek caran wan wek xayin dibîne, lewra ew gelek caran rûbirûyê stemkariyeke sîstematîk a demdirêj dibin, ta radeya tunebûna mafan.”

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Penaberên SûrîWezareta Derve ya Almanya
Share13TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Berekat: Milîsên PYDê nûnerên rêxistina PKKe ya terorîst in

Berekat: Milîsên PYDê nûnerên rêxistina PKKe ya terorîst in

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.