Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ku milîsên PYDê nûnerên rêxistina terorîst a PKKê ne, ku beşek ji axa rojhilatê Sûriyê dagîr kiriye.
Berekat di daxuyaniyekê de ji rojnameya Yenî Safak a Tirkiyê re, bal kişand ser wê yekê ku çekdarên PYDê yên terorîst li navçeyên di bin destê wê de, tawanên şer li dijî pêkhateyên herêmê pêk tînin, wek kuştin, koçberkirin, guhertina demografîk, girtin, îşkencekirina hovane û leşkerkirina zarokan bi awayekî kotekî.
Berekat da zanîn ku çi biryara ji aliyê van milîsan ve derdikeve ne rewa ye û ne di berjewendiya Sûriyê de ye, ji ber ku ev milîs dixwazin bi biryarên xwe ketwareke siyasî û cografî ya ku gelê Sûriyê û Hevbendiya Niştimanî red dikin biçesipîne.
Berekat matmayîna xwe li hember berdewamiya piştevaniya Amerîka ji van milîsan re nîşan da, ji ber ku Washington di heman demê de piştgiriya çareseriya siyasî û cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 dike, ya ku yekbûna xaka Sûriyê û gelê wê piştrast dike, û dibîne ku paşeroja Sûriyê di destê Sûriyan de ye, û ti hêzeke difakto nikare nerîna xwe li ser wan ferz bike.
Berekat diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 dike, ya ku di encamê de veguhestina siyasî pêk tê, û tekez kir ku ti çareserî li Sûriyê bêyî cîbicîkirina van biryarên navdewletî nîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî