Serokwezîrê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mistefa û hejmarek ji wezîrên hikûmetê, di civîna Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xula wê ya 70yemîn de ku li gundewarê Helebê hat lidarxistin, raporên derbarê karê hikûmetê û wezaretan di dema borî de pêşkêş kirin.
Mistefa behsa berdewamiya hikûmeta demkî di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de bi rêya wezaretên xwe yên cuda re û rabûna bi karên mezin ji bo pêşdebirina dosya aramî û ewlehiyê kir.
Herweha encamên kongirê veberhênanê yê bi sponseriya hikûmetê ku zêdetir ji 40,000 kesî seredana wê kirin dan diyarkirin, û tekez kir ku ew kongir bû faktera handana li ser geşkirina jîngeha veberhênanê li deverên rizgarkirî.
Wezîrê Rêvebirîya Xwecihî û Xizmetguzariyan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Mihemed Seîd Silêman, behsa projeyên ku ji aliyê Sindoqa Hikûmeta Demkî û Sindoqa Qerzdanê tên fînansekirin li navçeyên rizgarkirî kir, bi taybetî li gundewarê Helebê û Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê, di nav de kolandina bîrên avê.
Û bal kişand ser piştgirîkirina danîna torên enerjiya rojê li dibistanên li gundewarê Hesekê û Reqayê, û behsa xizmetguzariyên ku ji aliyê wezaretê ve li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê tên pêşkêşkirin kir.
Ji aliyê xwe ve wezîrê navxwe Mohyeddîn Hermûş, behsa rola polîsan di kontirolkirina ewlehî û aramiyê de li navçeyên rizgarkirî kir, di dema hewldanên milîsên PYDê yên terorîst û rêjîma Esed ji bo derbasî wan deveran bikin û aramiyê têk bidin.
Û got ku Wezareta Navxwe korsên rahênanê ji endamên xwe re pêk tîne bi armanca bilindkirina asta polîsên deverê, da dibe alîkar ji bo pêşxistina karê wan û bilindkirina karîgeriyê ji bo bidestxistina ewlehiyê li herêmê.
Wezîrê Berevaniyê Husên Hemade raporta xwe pêşkêş kir, tê de amaje bi kêşeyên ku wezaret di karê xwe de rastî wan hat, nemaze hewlên derbasbûna hêzên Esed û çekdarên PYDê yên terorîst bo navçeyên rizgarkirî.
Hemade behsa pêngavên mezin ên di warê rêxistinî de hatine avêtin kir, û di serî de xebata avakirina Koleja Leşkerî, ya ku dê 54 efserên pispor çavdêriya karê wê bikin, bi armanca dabînkirina kadroyên leşkerî li gor pîvanên leşkerî ji bo avakirina artêşek neteweyî ya profesyonel.
Wezîrê Perwerdeyê Dr. Cihad Hîcazî, şîroveyek pêşkêş kir derbarê karê Wezaretê û rêxstinkirin û pilandanîna ji bo herdû bawernameyên qonaxên navendî û duwenavendî ên ku wezaret çavdêriya wan dike.
Û got ku 10 zanîngehên Encûmena Xwendina Bilind li herêmên rizgarkirî hene, yek ji wan zanîngeha Helebê ye, û 9 zanîngehên taybet, ku hejmara xwendekarên wan zêdetir ji 23 hezar xwendekarî ye, li ser deveran belav bûne ji bo perwerdehiyê ji hemî xwendekaran re misoger bikin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Darayî û Aboriyê Dr.Ebdelhekîm El-Mesrî, behsa giringtirîn karê wezaretê kir, bi taybet yekemîn konferansa veberhênanê li navçeyên rizgarkirî ku li bajarê El- Ra’i li gundewarê Helebê hatibû lidarxistin.
El-Mesrî diyar kir ku armanca kongir ew bû afirandina jîngeheke veberhênanê ya piştgiriya berhemên xwecihî bike sermayedaran bîne ji bo avakirina projeyên xwe li herêmên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî