Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Cemûs, di civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xula wê ya 70yemîn de, ku li baregeha hikûmeta Sûrî ya demkî li gundewarê Helebê hate lidarxistin, şiroveyek derbarê pêşhatên siyasî di dosya Sûriyê de pêşkêş kir.
Camûs got ku nakokiyên herêmî û yên navdewletî bûne sedema kêmbûneke berçav a guhdana navdewletî bi dosya Sûriyê, û amaje bi wê yekê jî kir ku Deste li ser stratejiyeke nû kar dike di riya bihêzkirina rola gel di danûstandinan de, avakirina pêwendiyên navdewletî yên nû û xurtkirina peywendiyan bi welatan re, çêkirina dostan û kêmkirina dijminan ji bo berjewendiya doza gelê Sûriyê û şoreşa wî.
Û got ku pêwendî bi welatên erebî re hîn berdewam in ji bo birina rewşê ber bi çareseriya siyasî ya daddar a cîbicîkirina biryarên navdewletî garantî dike, û tekez kir ku normalîzekirina têkiliyan bi rijêmê re bêyî bidestxistina pêşketinên siyasî, dê bihêle Sûriya perçemayî bimîne, penaber û venegerin, û nebe fakter ji bo aramiya berdewam li Sûriya û herêmê.
Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em kar dikin ji bo dosya Sûriyê li ser maseya Neteweyên Yekbûyî bimîne, û daxwaz dikin ku dosya Sûriyê bi amadebûna Desteya Danûstandinan di Encûmena Asayişa Navdewletî de were pêşkêşkirin, û sedemên pêşneketina pêvajoya siyasî û berpirê di ber vê rawestanê de diyar bibe.”
Camûs bal kişand ser wê yekê ku rêjîma Esed bi xurtî kar dike ji bo bizavên siyasî li Sûriyê asteng bike, bi rêya jikarxistina biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254, dûrketina ji danûstandinên bi Netewên Yekbûyî re, û redkirina pêşniyarên Şanderê Netewên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen ên ji bo livandina dosya Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî