Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ên xula wê ya 70yemîn a asayî îro sibeha şemiyê, li baregeha hikûmeta demkî ya Sûrî li gundewarê Helebê dest pê dikin.
Dê di civînên Desteya Giştî de raporên kar ên Desteya Serokatiyê, Desteya Danûstandinan û Hikûmeta Sûriyê ya Demkî her weha raportên komîte, girûpên kar û ofîsan bên pêşkêşkirin.
Desteya Giştî herwiha wê pêşhatên meydanî yên dosyaya Sûriyê û rewşa siyasî binirxînin, nemaze gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed li dijî navçeyên rizgarkirî, û bikaranîna firokeyên bêfirokevan ên xwekuj li dijî sivîlan.
Endamên desteya giştî dê li ser rewşa xizmetguzarî û rêvebirî li herêmên rizgarkirî raweste, her weha wê nerîna Hevbendiya Niştimanî ya ji bo Pêşvebirina Bakurê Sûriyê bişopîne, bi taybetî di warê pêşxistina ewlehî, aramî û serbixwebûna dadweriyê bi awayê ku bandora wê ya erênî li herêmê hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî